QAMIŞLO – Bi boneya salvegera 42’emîn a berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmehê li girtîgeha Amedê li hemberî faşîzmê dewleta Tirk û ji bo pişgiriya berxwedana hêzên gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo, Tirbêspî, Amudê û Til Hemîs meşekî li darxistin.
Bi dehan xort û jinên ciwan beşdarî meşê bûn û alên HPG û YJA Star hildan. Çalakvan dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Ciwanên Şoreşger”, “Ciwanên Rêber Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin. Meş li ber çarxereya Sonî dest pê kir ber bi Warê Ciwanan (Medînê Şebab).
Li wir ji bo bîranîna tevahî şehîdên tevgera azadiyê deqayekî rêzgirin hat rawestandin. Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hogir Qamişlo axivî. Di axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana Xeyriyan û Kemalan a ku di 14’ê Tîrmehê 1982’an dest pê kir hîn zindî ye, bi taybetî di şexsê gerîlayên Apoyî ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker berxwedidin û derbê giran didin. Her wiha destnîşan kir ku ruxmê ku dewleta Tirk hemû cureyên teknîk û sîlehên kîmiyawî bikartîne, li hemberî îradeya gerîla nikare encam bigire. Di dawiyê de bal kişand li ser îxaneta PDK ku li ber çavên hemû Kurdistanê axa Başûr teslîmê dagirkeriyê Tirk dike û wê şermezar kir. Çalakî bi berzkirina slogana “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.