LUDWISBURG – Bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Sewqiyata leşkerî û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê yên di encama tifaqên qirêj ên PDK û AKP’ê de ji aliyê gelê Kurdistanê ve, di pêşengiya ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê de hatin cem hev, hatin protestokirin.
Girseya ku li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê li Gara Trenê ya Lûdwîgsbûrgê kom bûn, di pêşengiya ciwanan de heta Marplatzê meşiyan û li dijî êrîşên xiyanet û dagirkeriyê bertek nîşan dan.
Di meşê de pankartên “Ji Rêber APO re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” a azadiya fîzîkî ya Rêber APO tê xwestin û pankartên îxaneta Gelek caran dirûşmeyên PDK’ê li gelê xwe, “Bijî Serok APO”, “Jin Jiyan Azadî.” “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bijî Serok APO” hatin qîrîn.
Girseya gel hat Marplatzê û li vir, li ser navê şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştre jî daxuyaniyek da çapemeniyê hat dayîn.