ZÛRIH – Li ser banga TCŞ, TekoJIN, Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Kurdistanî û dostên wan ên ji hemû pêkhateyan beşdarî çalakiya bi pêşengiya Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê bûn li meydana Helvetia hatin cem hev.
Girse hêrsa xwe ya li hemberî êrîşên li dijî binesaziya sivîl a dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ya li Kurdistanê dike, ji vir bi dirûşma û sirûdên berxwedana gerîlayan hembêz dike meşiyan.
Piştî meşa ku li qada bajêr bi qasî 1 saetan dewam kir, bi sedan Kurdistanî û dostên wan gihiştin qada Helvetiya ya qada çalakiyê û li vir mîtîngek lidar xistin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, li vir li ser navê saziyan daxuyanî hatin dayîn.
Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya ku bi bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê dest bi axaftina xwe kir, pratîka çalakiya 50 salan a Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi bîr xist. Çetînkaya, anî ziman ku bi sedan, heta bi hezaran êrîşên dagirkeriyê li ser Kurdistanê hatine kirin û got, “Ev hemû êrîşên li hemberî Kurdistanê ti encam negirtine.”