NAVENDA NÛÇEYAN- Hikumeta Şamê amadekariya lidarxistina hilbijartinên qanûnsaz ˊhilbijartinên Meclisa Nûneranˊ di 15ˊê Tîrmehê de dike.
Meclisa Sûriya Demokratîk têkildarî boykotkirina xwe ji hilbijartinan re daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de bang li tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk kir ku beşdar nebin.
Befirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Di nava krîza Sûriyeyê û girêkbûna wê ya zêde de, her wiha desthilata Şamê niyeta xwe ya lidarixstina hilbijartinên qanûnsaz di 15ˊê Tîrmehê de ragihand. MSDˊê dibîne ku ji erka wê ya nîştimanî ye, helwesta xwe bi awayekî fermî li hember vê yek nîşan bide.
Em hilbijartinên qanûnsaz boykot dikin. Em bang li gelê Sûriyeyê, tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk dikin ku beşdar nebin. Em girîngiyê didin çareseriya siyasî ya giştî ya xwe dispêre biryara 2254ˊan. Ji ber ku ew biryar rêya çareserkirina krîza Sûriyeyê û pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê ye. Em girîngiyê didin diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ku bingehîna her çareseriyeke siyasî ya mayînde ye ku berjewendiyên tevahî sûriyeyiyan misoger dike.
Di vê çarçoveyê de em bang li civata navneteweyî dikin ku zexteke aktîf li tevahî aliyan bikin ku bi awayekî cidî beşdarî rêveçûna çareseriya siyasî bin, zemîneke guncaw ji bo xebata veguhastina siyasî ya rasteqîn ava bikin. Her wiha em teqez dikin ku pêwîstî bi dabînkirina şertên bingehîn ji bo her xebateke siyasî ya xwedî duristbûn heye. Bi wê re divê girtî serbest bên berdan, vegereke ewle û dilxwaz a penaber û koçberên li warên wan çêbe, tevahî şêweyên çewisandin û binpêkirinên li dijî sivîlan bên bidawîkirin, hewayeke siyasî û çapemenî ya azad û yekalî bê peydakirin û tevahî şêweyên dagirkeriya xaka Sûriyeyê bê bidawîkirin.
Em MSDˊê bi xebata ji bo yekitiya Sûriyeyeke, demokratîk û pirengî pabend in ku ku mafên hemû pêkhateyan yek be. Em bang li tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk ên li Sûriyeyê dikin ku hêzên xwe bikin ku eniyeke nîştimanî ya mezin ava bikin. Da ku hêviyên gelê Sûriyeyê, parastina mafên wê yên rewa temsîl bikin.
Em MSDˊê amade ne beşdarî her însiyatîfeke cidî ku bi armanca veguhastina siyasî ya rasteqîn bin. Em hewlesta aşkera dibêjin em pabendî têkoşîna gelê Sûriyeyê ya ji bo azadî, rûmet û edaletê ne. Em bang li civata navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin mafên gelê Sûriyeyê di çarenûsa xwe û avakirina pêşeroja xwe bi vîna azad.”