NAVENDA NUÇEYAN-
“Bi peşengtiya Kawayê Hemdem a Mazlûm Doğan ku di roja Newrozê de xwe ji bo doza azadiya gelê Kurd li zindana Amedê di bin zilm û işkence de bû meşalêyekê ku rêya berxwedanê nişan dida. Ev rê bi Ferhat, Necmî, Eşref û Mahmûd ku bedena xwe kirin agir hin zedetir ronî bû û bi çîruskên xwe di zindana Amedê de belav dibû.
Di roja 14’ê Tîrmehê 1982’an di dadgehê dargirkeran Endamê Komiteya Navendî a PKK’ê Mehmet Xeyrî Durmûş mafê axaftinê distîne û ala berxwedana zindana Amedê werdigre. Wek şervanekî dirokê bi gotinên xwe berxwedana Tevgera Azadiyê ku berbi serkeftinê dimeşine diyar kir û got:
“Îro li vir, di vê holê de ez ê daxuyaniyên giring ji bo pêşeroja me ragihînim. Li zindanan hovîtî tê jiyîn. Bi dehan hevalên min hatin kuştin, bi sedan seqet man û hin cend kes wê bên kuştin ne diyar e. Mazlumê ku xwe feda kir, 4 hevalên ku xwe biqijeqijî xwe şewitandin vê nişanî me didin: “Êdî Bese”. Erê ez jî êdî dibêjim “Êdî Bese”, ji îro pê ve ez dikevim Rojiya Mirinê!”
Li hember işkençe û hovitiya Dehakên we demê, li hember teslîmbuyin û îxanetkar ku li zindana Amedê jî çedibûn militanên Apoyî ku li zindana Amedê hatin girtin rêya bilind kirina ala berxwedana hilbijartin. Xeyrî bi xwe bi îsrar û biryardar bû û axaftina xwe bi wî rengî berdewam dikir: “Na, ez bi biryarim. Ev ne çalakiyek ku min bi hêstiyarî daye destpê kirin, bi temamî ez li ser fikirime, bi kurahî min li ser dahurandin kir û di encama wê de ez gihiştim vê biryarê. PKK tevgerek ciddî ye, ez jî wek berpirsyarekî di asta yekem ji vê tevgerê, erkên xwe bi awayekî ciddî pêwiste pêk binîm…”
Piştî axaftina Hevalê Xeyrî Kemal Pîr û Alî Çîçek li pêy hev, piştre 3 girtiyên din tevlî çalakiya Rojiya Mirine a ku Xeyrî dabû destpê kirin dibin. Kemal hema li vir dibêje “Beriya vê bi dehan çar min gotibû, ger yek kes Alê jinûve hilde, yê duyem ew ê ez bim.” Kemal ev lê zêde dike “Û niha li vir, li vê holê ku hûn bixwe dibin şahîd, di wan rojên dirokî de ez jî bi Xeyrî re dikevim Rojiya Mirine.”
Pêşengê Ciwanên Apoyî Alî Çîçek ji pêgeha bersûcan bi qîrînekê dikeve mejiyê faşîstan. Çiqas gotinên ku layîkî cewherê PKK’ê hebûn, hemiyan bi dengekî bilind anî ser ziman. Bê tirs, bêyî xwe şûnde bikşine û çavtirsî bibe “Wek mîlîtanekî PKK’ê ez natirsim, xwe şûnde nadim û vaye ez diqêrîn im. Wek ciwanekî Kurd, wek şoreşgerekî, wek mîlîtanê PKK’ê ez ê li hemberî we heta hilma xwe ya dawî Berxwedanê bimeşinim, û bibim layîkî Gelê Kurdistanê, ez li vir sozê didim Partiya xwe. Û wek hewcedariya vê sozê ez jî tevlî Rojiya Mirine a ku hevalê Xeyrî daye destpê kirin dibim.”
Akif Yilmaz ji ber ne li wê hola dadgehê bû, ku Xeyrî lê kedxwaran birîndar kiribû, piştre bi hevalekî xwe re tevlî karwana Rojiya Mirinê dibe.
Li dijî hovîtiya ku rastiyê û edaletê dipelçiqand, kesan berbi teslîmiyet û îxanetê dibir, gihiştîbû rastiya barîkata ku li ser heqîqetê hatibû avakirin. Ji rastiya “Xwe nas bike” riya rast a veşartî hatibû ditin. Li ser esasê destnîşankirina Mazlum a “Berxwedan berbi Serkeftinê, Teslîmiyet berbi îxanetê ve dibe” Xeyrî, Kemal, Akif û Alî bi rastiya “Tu li çi digre, di xwe de lê bigre, tê çi bibe, dixwe de bibine” heqîqetê di xwe de jinûve ava kirin û rastiyê di jiyana xwe de bi şeweyî herî hêsan lêpirsin kirin.
Berxwedana zindanan bi çalakiya 14’ê Tîrmehê ya Rojiya Mirinê a Mezin gihişt encamê, ku di avakirina rihê Berxwedana PKK’ê buye kevîrekî esasî, ku di 15’ê Tebaxê bi pêşengtiya Fermandarê efsanewî Egîd li Dihê (Eruh) û Şemzînan (Şemdinli) veguherî fîşek tolhildanê, ji bo meşa Têkoşîna Azadiyê ya berbi serkeftinê buye heqîqetek.”