REIMS – Ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve ji bo şehîdên berxwedana “Rojiya Mirinê ya Mezin”, li Reîmsê merasîmek hate lidarxistin.
Merasîma bîranînê ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi 1 deqîqe rêzgirtinê destpê kir.
Piştî deqeyek rêzgirtinê beşdaran dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Şehîd Namirin” berz kirin, bîranîna şehîdan bi bîr anîn û soza parastina mîrateya şehîdan dan.
Di çalakiya bîranînê de sînevîzyona têkildarî Şehîdên Berxwedana rojiya mirinê ya mezin ya 14’ê Tîrmehê hate pêşandan. Ev sînevîzyona ku têde jiyan, têkoşîn û fedekariya şehîdan tê de, bandoreke kûr li beşdaran hişt.
Endamên TCŞ’ê yên ku çalakî li dar xistin, bal kişandin ser girîngiya 14’ê Tîrmehê ya ji bo gelê Kurd û têkoşîna wî ya azadiyê.
Hat destnîşankirin ku ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê di gihandina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd heta roja îro de roleke girîng lîstiye. Hat diyarkirin ku ev ruhê berxwedanê îro jî bi pêşengiya gerîlayan li Zap, Avaşîn, Metîna û hemû Kurdistanê didome û wê têkoşîn teqez bi serketinê bi dawî bibe.