BELLINZONA – Li Bellînzona Swîsreyê bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li ser navê şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakiyek bîranînê hate lidarxistin.
Merasîma bîranînê ya li Navenda Çanda Kurd a Bellînzona ya li ser navê Şehîdên Berxwedana Serdemê ya 14’ê Tîrmehê hate lidarxistin, bi 1 deqîqe rêzgirtina ji bo şehîdên 14’ê Tîrmehê destpê kir û bi sînevîzyona ku jiyan û têkoşîna şehîdan nîşan dide berdewam kir.
Di axaftina li ser navê Meclisa Bellînzona hat kirin de hati gotin, “Ruhê demê ku em di tê de ne, çi li ser milê me dike, çi berpirsyariyan ferz dike? Divê em bi vê hişmendiyê tevbigerin” û bal hat kişandin ser girîngiya hişmendiya berpirsyariyê.
Di axaftinê de hat gotin ku kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên di 14’ê Tîrmeha 1982’an de dest bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin kirin, di greva birçîbûnê de şehîd bûn û hate diyarkirin ku berxwedana şehîdên 14’ê Tîrmehê ya li hember dijmin îro gelê me ronî kir.
Çalakiya ku gelek kes tevlî bûn bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.