ANTERPEN – Li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê ya 14’ê Tîrmehê merasîmek hate lidarxistin.
Bernameya bîranînê ya bi pêşengiya TCŞ’ê û bi tevlîbûna gelek Kurdistanî hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kir.
Li dû deqîqeya rêzgirtinê, Desteya Malbatên Şehîdan û dayika şehîdan Sultan Ana helbesta ku li ser Şehîdên 14’ê Tîrmehê nivîsîbûn xwend.
Piştre nivîskar Fuat Kav, li ser pêvajoya ku li girtîgeha Amedê jiyane axivî. Fuat Kav di axaftina xwe de der barê berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin de nirxandinan kir û bal kişand ser girîngiya berxwedana li dijî dijmin.
Piştre Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal bal kişand ser girîngiya hîskirin û têgihiştina şehîdan û got, “Eger em bi hevalên xwe yên şehîd re kûr nehisînin û fêhm nekin, helwestek rast nayê girtin.
Remzî Kartal anî ziman ku xeta sor a gelê Kurd têkoşîna azadiyê ye û got, “Dewleta Tirk a ku bingehê xwe li ser îmha û înkara gelê Kurd avêtiye, di 12’ê Îlonê de ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê darbe pêk anî. Zindana Amedê projeya tinekirina vîn, bawerî û hêviya Tevgera Azadiyê bû.”
Remzî Kartal diyar kir ku berxwedana li Girtîgeha Amedê polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta Tirk a faşîst pûç kir û got, “Berxwedana li Girtîgeha Amedê ji bo şoreşê serkeftin û pêngaveke mezin bû.”
Remzî Kartal bal kişand ser rol û mîsyona ciwanan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê ciwan û jinên ciwan ji bo avakirina Modernîteya Demokratîk xwe baş bi rêxistin bikin û ji bo avakirina civakeke demokratîk li ser fikrên xwe giraniyê bidin.”
Merasîm piştî temaşekirina sînevîzyona li ser navê Şehîdên Berxwedana “Rojiya Mirinê ya Mezin” a 14’ê Tîrmehê bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.