NAVENDA NUÇEYAN- Bi wesîleya salvegera 42’yan a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve çalakiyên meşa meşaleyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmed Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hatin bibîranîn û ciwan soza şopandina xeta şehîdan dan.
Li kantona Minbicê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger meşeke meşaleyî li dar xist. Di meşê de endamên tevgerê, xet, meclisên bajêr, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Jinên Ciwan, Desteya Ciwan û Werzîşê, Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriya Pêşerojê û ciwanên Minbicê beşdar bûn.
Meş ji Çerxerêya Mîzan ve dest pê kir û heta bi pêş Stadyûma 4ˊê Nîsanê çû.
Li wir, hevserokê tevgerê Hisên Begarî axivî û got: “Berxwedana hevrêyên me di 14ˊê Tîrmehê de li girtîgehên faşîtê Tirk rola ciwanan ava kir ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin bikin. Bi rihê berxwedana hevrêyên me em peyameke ji ciwanên Sûriyeyê re dişînin bi taybet ên li herêmên dagirkirî û dibêjin li dijî dagirkeriya Tirk serî hildin. Divê em Sûriyeyî têkoşîna xwe bikin yek, xaka xwe rizgar bikin û dagirkeriyê derxin.”
Îro danê evarê ji aliyê ciwanên Derîk û Girkelêgê, Çilaxa û Tilkoçer ve şehîdên 14 Tirmehê bi meşekî meşaleyî hat bîranin. Meşa ku sedan ciwan tevlîbûn de pankarta ku li ser “Bi rihê 14 Tirmehê Şoreşa 19 Tirmehê Serbixin” hate hildan û ciwan bê navber sloganên Şehîd Namirin û Bijî Serok APO berz kirin. Her wiha di meşê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK jî hat protesto kirin.