DIRBESIYÊ- Li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, ciwanên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê meşeke girseyî li dar xist.
Meş ji pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir û ber bi kolana sûka navendî ve çû. Di meşê de wêneyên Rêber APO, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, alên HPGˊê, YJA-Star hatin hildan.
Li kolana sûka navendî, endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dirbêsiyê Soriyaz Simo axivî û got: “Berxwedana şehîdên 14ˊê Tîrmehê ji tevahî cîhanê re rastiya berxwedana gelan li pêş desthilatên faşîst îsbat kir.”