HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Heseke, bi boneya salvegera 42’emîn a berxwedana dîrokî ya ku di 14’ê Tîrmehê 1982’an de li girtîgeha Amedê li dijî faşîzmê dewleta Tirk hat dest pê kirin û li dijî hevkariya PDK ya bi dagirkeriya Tirk re meşekî bi meşeleyan li dar xist.
Bi sedan ciwan beşdarî xwepêşandan bûn û meşaleyan, al û pankartên silavkirina berxwedana 14’ê Tîrmehê û yên li dijî dagirkeriyê hildan. Her wiha, wêneyên Masûd Barzanî yên bi Tayip Erdogan re bi hêrs hatin şewitandin. Meş ji çarxereya Nisir dest pê kir û ber bi Lîstokgeha Şehîdên Miftî bi dawî bû. Dirûşmeyên “Berxwedan Jiyan e” û “Bimire Îxanet” hatin berz kirin.