BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di navbera 3 û 11’ê Tîrmehê de yekîneya Şehîd Dogan Zinar 7 çalakiyên hewayî li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistine. Di çalakiyan de 5 dagirker hat kuştin, 8 dagirker bîrandar bû.
Daxuyanî wiha ye:
Yekiniyên me ya Şehîd Dogan Zinar, ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê yên ku bi gotina “Berxwedan Jiyan e” berxwedana herî mezin a dîrokê nîşan dan, êrîşên hewayî pêk anîn.
Di navbera 3 û 11’ê Tîrmehê de baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê bi balafiran hatin hedefgirtin. Balafirên şer ên li herêma Berxwedana Girê Amediyê 2 caran ji hewayê, baregehên herêma Berxwedana Girê Bahar 1, ji hewayê jî 4 derbe li çeperên dagirkeran ên li herêma Sergelê hatin xistin. Di van çalakiyan de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin cezakirin, 8 dagirker birîndar bûn, 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa Kîrpî hatin rûxandin û derbên giran li baregehên dagirkeran hatin xistin.
Gerîlaya Azadiya Kurdistanê bi çalakiyên xwe yên hewayî yên bênavber di warê kûrahiya taktîkî, afirînerî, dewlemendî û hostatiya teknîkî de asteke girîng bi dest xistiye. Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêşî li asta ku Gerîlaya Azadiya Kurdistanê gihandiye û bandora wê lê bike û derbeyên giran ên ku ji hewayê di dema û cihê ku herî kêm dihat hêvîkirin veşêre, ti windahiyên xwe eşkere nekir. Weke Gerîlayên Azadiya Kurdistanê em çalakiyên hewayî yên ku ji aliyê Yekîtiya me ya Şehîd Dogan Zinar ve hatine lidarxistin, tevî wêneyên wan, weke ku heta niha kiriye ji gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re radigihînin.
15 Tîrmeh 2024