ŞENGAL-Konê sersaxiyê yê rojanemevan Mirad Mîrza Ibrahîm ku li ber mala wî ya li Şengalê hatibû vedan, di roja sêyemîn de bi merasîmekê bi dawî bû. Di Merasîmê de ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan soza bilindkirina tekoşînê hate dayîn. Her wiha bang li dayîk û bavan hate kirin ku rê nedin zarokên wan bikevin lîstikên dijmin û li dijî civaka xwe kar bikin.
Dewleta Tirk a dagirker 8’ê Tîrmehê bombe li seyareya ragihandina azad ya Çira TV û FM’ê barandibû û di encamê de peyamnêra Çira TV’yê Medya Hesen Kemal, peyamnêrê Çira FM’ê Mirad Mîrza Birahîm, li gel kedkarê çapemeniya azad Xelef Xidir birîndar bûbûn. Ji ber birîna Mirad Mîrza giran bû, heman rojê rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê. Piştî têkoşîna çend rojan derengê şeva 11’ê Tîrmehê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Beriya sê rojan li mala şehîd Mirad ya li Şengalê konê sersaxiyê hatibû vedan, ji bo sersaxiyê di nava sê rojan de bi hezaran kes ji Şengal, Başûrê Kurdistanê tevî sazî û rêxstinên rêveberiya xweser a Şengalê serdana konê sersaxiyê kirin. Îro bi merasîmekê di roja sêyemîn de konê sersaxiyê hate rakirin.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîda destpê kir. Piştre ji aliyê malbatê ve find hatin pêxistin û birayê Şehîd Feysel axivî. Feysel di serî de da diyarkirin ku xelkê Şengalê ew bi tenê nehiştine, ew spisaya her kesekî dikin ku bi wan re bûne alîkar û êşa wan parve kirine. Her wiha got: “Em bi şehadeta Şehîd Mirad serbilindin, ew ne tenê şehîdê malbatê ye şehîdê tevahiya Êzidîxanê ye.”