AYDIN- Însiyatîfa Zarokên Agir di 12’ê Tîrmehê de li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Soke, ji bo tolhildana dewleta Tirk a faşîst febrîqeya kaxezê şewitandibû.
Tevî xebatên vemirandinê yên 4 rojan li bejahiyê û helîkopter û balafirên artêşa Tirk a dagirker jî agir nayê vemirandin. Ji parêzgeh û navçeyên din ekîbên agirkujiyê sewqî herêmê hatiye kirin. Tevî vê yekê jî agirê tolhildanê li beşa duyemîn a kargehê de jî belav bû.
Ji 10 memûrê Tirk ên ji şewatê bandor bûne, şandin nexweşxaneyan. Şewat li qadeke 100 hezar metrekare belav bûye. Zirara ku çêbûye bêhesab e