BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî detayên çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker eşkere kir:
“Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Heftanînê;
🔸 Di 12’ê Tîrmehê saet 19:20’an de li herêma Kanî Biyê, bi taktîkeke sûîqestê êrîş li dagirkeran hat kirin û 1 dagirker hat cezakirin.
2. Herêma Metîna;
🔸Di 13’ê Tîrmehê saet 14:10’an de li Herêma Berxwedanê ya Golka dagirkeran bi çekên navînî hedef hatiye girtin. Di encama vê çalakiyê de kepçeya lêdanê hatiye derbkirin û hatiye rawestandin.
3. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
🔸 13’ê Tîrmehê saet 05:00’an de 1 kamera Mobesse ya dagirker a li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîkeke sûîqestê hate rûxandin.
🔸 13’ê Tîrmehê saet 18:30’an de dema ku dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî tevger dikirin, bi taktîkeke sûîqestê hate gulebarankirin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de 1 dagirker hate cezakirin.
🔸Di 13’ê Tîrmehê saet di 14:10’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Baharê dagirkeran bi çekên giran hedef hatin girtin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
🔸 13’ê Tîrmehê saet 16:15’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Bahar a dagirker bi çekên navîn ên otomatîk hatiye hedefgirtin û çeperek hatiye xistin.
🔸 14’ê Tîrmehê saet 11:30 û 13:25’an de dagirkerên ku hewl dan teknîka şer li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bikin, bûne hedef û bi çekên giran gulebaran kirin. Di vê çalakiyê de 1 çeper hatiye derbkirin û tevgera dagirkeran hatiye rawestandin.
🔸 14’ê Tîrmehê saet 14:30’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê, dagirker bi taktîkeke sûîqestê hatin gulebarankirin. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
🔸Di 14’ê Tîrmehê de tunelên me yên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
🔸 Di 12, 13 û 14’ê Tîrmehê de herêmên Girê Şehîd Hawar, Şehîd Şerîf, Berbizinê, Sinînê, Xinêrêya Jor ên Girê Cûdî yên herêma Şehîd ya Delîl Rojava Zapê, Herêmên Berxwedanê yên Biharê Girê 5 caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 27 caran hatiye bombekirin.
🔸 Di 14’ê Tîrmehê de herêmên Serê Metîna, Golka, Şêlazê, Herêmên Berxwedanê yên Dergelê yên herêma Metîna, Şehîd Delîl, Berxwedana Serdemê Girê Bahar ên herêma Rojavayê Zapê û qada Girê Şekîf a herêma Xakurkê ji aliyê helîkopteran ve hatin bombekirin.
15 Tîrmeh 2024 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê”