NAVENDA NUÇEYAN- Kovara Silava ya Yekîtiya Jinên Ciwan bi hejmarekê taybet di bin silogana ‘Em ê bi pêşengiya Şehîd Bişeng û Şehîd Sara têkoşîna xwe ya azadiyê berfireh bikin! ”derket.
Meha Tirmehê salvegera yekemîn a Şehadeta Vejîn Jiyan, Weid El Xelûf ên ku encama êrîşên hawayî de li Rojavayê Kurdîstanê şehîd ketin û her wiha Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li Herema Parastina Medya de şehîd ketine ye. Kovara Slava bi vê hejmara xwe ya taybet ji bo danasîna 4 pêşengên jinên ciwan lidarxist. Di vê hejmara taybet de hûn dikarin nivisên ji pênûsa şehîdan û li ser jiyana şehîdan bixwînin.
PDF:
Ji Edîtorên Silava:
“Xwendevanên Heja!
Em vê mehê hejmarekê taybet pêşkêşî we dikin. Meha Tirmehê mehekî tijî berxwedan e. Bi berxwedana 14’ê Tirmehê ku li zindana Amedê hat kirin, heya şoreşa Rojava ku bi vê rihê berdewam kir.
Di heman demê de jî meha Tirmehê ji bo me weke jinên ciwan bû mehekê ku barê me di her milê de girantir kir. Di vê mehê de 3 hevalên me yên pêşeng şehîd ketin. Heval Vejîn Jiyan, Heval Bişeng Brûsk û Heval Sara Hogir Riha. Her sê heval di xebatê jinên ciwan de asta rêveberî de erk girtibûn. Heval Bişeng û Heval Sara endamê kordinasiyona jinên ciwan bûn, di encamên êrîşên balafirên bê mîrov ên dewleta tirk a dagirker de şehîd ketin. Gelek heval, van hevalan naskirin û bi wan re mane. Gelek heval, têkoşîna PKK ji wan hevalan ferbûn û hêz ji wan girtin. Bi sedan jinên ciwan û ciwan perwerdeya wan hevalan dîtin û biryara xwe ya tevlîbûnê dan. Bi hezaran heval niha li ser şopa wan hevalan têdikoşin. Ji ber vê jî ewqas giringe ku em şehîdên xwe bibîrbînin û wan nas bikin.
Dema em dibêjin ‘’Şehîd Namirin’’ em jibîr nekin ku ev ji bo me sozek e. Soza pêkanîna xewn û xeyalên wan hevalan e. Soza jiyankirina armanca wan e. Dema em taybetmendiyên wan di xwe de biçînin û zindî bikin, ev tê wateyê ku şehîdên me di nav me de jiyan dikin. Wisa her hevalek dibe Vejîn, Bişeng û Sara.
Pêwîste nezîkatiya me li hemberî rastiya şehîdan rast be. Ji ber ku gelek caran em hestiyar nez dibin. Dema em nêzîkatiya Rêber APO li hemberî şehîdan meyzê dikin, gelek tişt zelal dibin. Rêber APO nehişt ku bi şehadetê têkoşîna me bi dawî bibe, li hemberî vê ji şehîdan hêz girt û xeyalên wan pêk anî. Bersîvdayîna şehadeta şehîdên me ya mezin Şehîd Hakî Karer partî ava dike. Di vir de tê femkirin nêzîkatiya Rêbertî li hemberî şehîdan çawa ye. Ji bo em xwedî li wan derkevin em ê tiştên mezin bikin, emê xeyalên xwe yên çuyîna azadiyê mezin bikin. Vê demê em dikarin bibin bersiv. Tolhildan wisa tê girtin. Ger em bejin em rêhevalên heval Vejîn, heval Bişeng û heval Sara, vê demê em lazime xwe di xeta Rêber APO de ava bikin. Armanca her sê hevalan ew bû ku bi Rêber APO re jiyan bikin. Bi hezar şehîdên me hene ku xwedî hedefek wiha bûn. Dema em dibêjin em li ser şopa şehîda nin, em lazime 24 seat ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO têkoşîn bikin.”