NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK yên Stenbol û Mêrdînê di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” bi çalakiyekê şehîdên Berxwedana Mezin ya Rojiya Mirinê a 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn.
Daxuyanî wiha ye:
“Çalakiya bîranînê ya yekîneyên me yên YCWK’ê yên Mêrdîn û Stenbolê.
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên me 14’ê Tîrmehê li Mêrdîn û Stenbolê bi bernameyeke Berxwedana Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn. Bi vê minasebetê em M.Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek careke din bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê vê têkoşîna ku wan teslîmî me kirine bi awayekî layiqî şehîdên me bidomînin.”