ŞENGAL- Li Gundê Dohola a girêdayê bajarê Şengalê, bi pêşengtiya Yêkitiya Ciwanên Êzîdxan filma 14 Tirmehê a ku li ser “Berxwedana 14 Tirmehê” a ku Çalakiya rojiya mirinê ya mezin a di sala 1982 li zîndana Amedê tê jiyîn nîşan dide hat tamaşekirin.
Ciwanên ji Gundê Borîk, Guhbel û Dohola bi giştî li hev kom bûn. Destpêkê de li ser ruhê hemû şehîdan deqeyekê rêzgirtin hat girtin. Di dawîyê de ciwan rabûn nirxandinên xwe anîn ser ziman. Di axaftina xwe de Şehîd Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi bîr anîn û meşandin li pêy şopa xewn û xeyalên şehîdan dan. Bîranin bi slogana “Bê serok jiyan nabe, bimre îxanet, şehîd namirin” bi dawî bû.