NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê, êriş, dagirkirin û sewqiyata leşkerî ya li ser axa Başûrê Kurdistanê didomîne. Duh bi şev jî liv û tevgerek zêde ya leşkerî hebû, herwiha tê gotin amûrek ku nehat zanîn çiye, ya dewleta Tirk jî li herêmê hatiye xistin.
Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li bihevkariya PDK’ê bê navber dewam dike. Duh bi şev jî dagirkirin, sewqiyata leşkerî û êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam kir.
Li gorî dîmenan tê dîtin ku karwanek mezin ya artêşa Tirk li gundê Guherzê ya Amêdiyê derbaz dibe. Tê dîtin ku bi dehan wesayîtên zirxî yên dewleta Tirk a dagirker ji gund derbaz dibin.
Amûrek hate xistin!
Li gorî dîmenên gihiştine ber destê me, amûrek ya artêşa Tirk a dagirker ji hewa ve derbe dixwe û tê xistin. Nehat zanîn ev balafir, helîkopter yan jî çiye, lê li gorî agahiyan amûrek ku girêdayî artêşa Tirke, ji hewave hatiye xistin.
Gerîlayên Azadiyê bi hêz û îradeyek mezin gelê Başûr û xaka Kurdistanê diparêzin. Berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê bê navber dewam dike.