HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê kongreya xwe ya 4’emîn di bin dirûşmeya “Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê emê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” de tê li darxistin.
Wê ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hezaran ciwan beşdarî kongreyê dibin.
Kongre îro bi bernameyên çandî û werzîşî dest pê dike. Sibeh jî wê nîqaşên rêxistinî werin meşandin.