NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK (Yekitiya Ciwanên Welatparezên Kurdîstan) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, em bi Rêber APO re azad bibin” Yekîneyên YCWK’ê yên Wanê êvara 15’ê Tîrmehê li Taxa Koyiçî ya Wanê bi molotofan êrîşî avahiya ofîsa hikûmetê kirin.
YCWK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber APO çalakî hatiye lidarxistin.