MEXMÛR-Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) bi rêzeçalakiyên xwe yên sê rojan piştgirî didin berxwedana gerîlayan.
Doh sînevîzyona bi navê “Agir Ket Dilê Enqerê” ku li ser çalakiyên gerîla hatibû amadekirin hat nîşandan. Îro jî di derbarê Stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî û rola ciwanan semîner hat nîqaş kirin. Piştî semînera ku hat dayîn bernameya heyî bi stranên ku ji endamên akademiya Şehîd Serhed hat pêşkeşkirin berdewam kir.
Wê rêzeçalakî sibê bi bernameyekê ditîr were bi dawî kirin.