HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê kongreya xwe ya 4’emîn di bin dirûşmeya “Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê emê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” li dardixin. Îro bi tevlîbûna hezaran ciwanan ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongre li Lîstokgeha Gweranê ya bajarê Heseke bi bernameyên çandî dest pê kir.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger derbarê roja yekemîn û li ser hedef û armancên xwe ji bo vê kongre bi Ajansa Nûçe Ciwan re axivîn.
Fuat Hesen, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Efrîn û Şehba
“Wek roja yekemîn a kongre bi hunerî, bi rihê çandîtî derbas bû. Ji ber ku hiştin ku herî dawiyê dijminê dagirkirina çand dikir, tunekirina hunerê me dikir. Roja yekemîn bi rihekî wisa çandî, bi rihekî hunerî me kongre xwe dest pê kir. Hedef û armanca me ji hatina vê kongre çi ye? Ku em bikaribin rihekî nû ava bikin. Ku em bikaribin helwestê ciwanên şoreşger bigihêjin cîhanê tevahî. Ji ber ku yên ku bihêlin şoreş biserbikeve ciwanan in, yên ku bihêlin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo serbikeve ciwanan in. Roja yekemîn bi rihekî bi rastî serkeftî û bi moralekî bê navber û bi rastî bi rihekî ciwanên şoreşger hat derbas kirin. Wisa di nav huner de, di nav ciwanan de, te hîs dikir ku rihekî serkeftinê heye. Ji ber ku hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji derve Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn û beşdarî roja yekemîn û duyemîn a kongre bûn. Rihekî serkeftin diyar e. Dema tu rihekî serkeftî dibîne, di vir de tê xuya kirin ku zafer yê me ye. Bijî Serok Apo, bijî Serok Apo, her bijî Ciwanên Şoreşger.”
Ehmed Derwîş, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Kobanê
“Kongreyê 4’emîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dest pê bû. Em vê kongre li Rêber Apo, li şehîdan pîroz dikin. Wek 14’ê Tîrmehê, wek rihekî fedayî, bi rihê ciwanan dest pê kir, em îro gihîştin vê astê wek Alî Çîçek, wek Mazlum Dogan, wek Akîf Yilmaz, bi rihê fedayî, bi rihê û fikirê Rêber Apo îro em gihîştin vê astê. Li ser vê esasî bila hemû kes bizanibin ku em wek ciwanan apoyî çi erk werin ser milê me, emê xwedî li wê derkevin, em tu carî gav paş de navêjin. Bi rihekî fedayî, bi rihekî apoyî emê tevbigerin. Di vê kongre 4’emîn de bi coşekî, bi heybetekî dest pê bû. Ev tê wate bi rihekî tolhildanê, fedayîbûnê, emê beşdarî kongreyê 4’emîn bibin. Bijî Serok Apo.”