MEXMÛR- Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya salvegera Çalakiya Nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha sala borî de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatiye destpêkirin, meşiyan.
Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê de bi boneya salvegera Çalakiya Nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo şikandina tecrîda girankirî û fîzîkî azad kirina Rêber APO hatiye destpê kirin meşiyan.
Meş bi amadebûna xelkê wargehê ya li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpê kir û li Parka 4’ê Nîsanê bidawî bû. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ hatin qêrkirin. Her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên li ser ‘Bi serxistina şerê gelê şoreşgerî emê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin’ û ‘Bi ruhê ciwantî emê cenga azadiyê serbixin’ hatin bilindkirin.
Piştî ku meş li Parka Aryen Cûdî rawestiya, li ser navê gelê wargehê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak axivî.
Filîz Bûdak di destpêka axaftinên xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Komploya navnetewî ku li dijî tevger, gelê Kurd û Rêbertiya me pêkanîn û 26 sal li pey xwe hişt. Di van 26 salan de ya ku hêlayî ev komplo berdewam bike, hevaltiya kêm û dostên sexte bûn. Di çarçoveya komployê de dagirkerî li ser Kurdistanê tê meşandin. Ji bo ku Rêbertî ji vê pêvajoyê re pêşengtî neke, nêrînên xwe ji gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê re nebêje, pergala Îmraliyê ya ku taybet hatî avakirin roj bi roj di dewrê de ye. Cezayê disiplînê formalite ne. Ji xwe ev 26 salin di bin cezayê disiplînê de Rêbertiya me tê darizandin.”
Herî dawî jî Bûdak bang li tevahî gelê Kurd kir û wiha gotinên xwe bidawî kir: “Her ferdek yê welatparêz yê Kurdistanê pêwîste li hemberî xiyaneta malbata Barzanî xwedî helwest be. Li ser vê bingehê em bang li tevahî gelê Başûrê Kurdistanê dikin armanc ne PKK ye, armanc dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tepisandina gelê Başûrê Kurdistanê ye. Heta ku azadiya Rêber Apo mîsoger dibe, emê xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ bidawî bû.