BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî parve kir:
“Herêma Xakurkê;
14’ê Tîrmehê saet 21:10’an hêzên me mudaxele li helîkoptera skorsky a dagirkerên ku dixwestin li Girê Şekîf dakevin, kirin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar ma ji herêmê dûr bikeve.
17’ê Tîrmehê saet 10.40’an de dagirkerên Girê Şekîf bûne hedef û bi çekên giran hatin gulebaran kirin.
Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
15’ê Tîrmehê saet 00:30’î karwanê artêşa TC a dagirker a ku malzemeyên leşkerî û dagirkeran dibir Herêmên Berxwedanê yê Sergelê ji du çeperan hedef girt û bi awayekî bi bandor derbe kir. Di vê çalakiyê de 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî û 2 TIR hatin derbkirin û hatin rûxandin. Di wesayîtên Kîrpî de hejmara kesên ku hatine cezakirin û birîndar bûne nehat zelalkirin. Piştî vê çalakiyê, dagirkeran bi vînç û kamyonan mayînên wesayîtên îmhakirî ji qada çalakiyê rakirin.
17’ê Tîrmehê saet 16:45’an de dagirkerên ku xwestin li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê FM bi pêş ve biçin, bi taktîka sabotajê hatin gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
17’ê Tîrmehê saet 18:10’an de li herêma Berxwedana Girê Bahar a dagirker bi otomotîka navîn êrîş li dagirkeran hatiye kirin û çeperek hatiye derbekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexe;
Di 17’ê Tîrmehê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê Cûdî 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Di 17’ê Tîrmehê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê FM 8 caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 17’ê Tîrmehê de qadên Şehîd Şerîf û Kolît ên ser bi Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 6 caran hate bombekirin.
Di 18’ê Tîrmehê de herêma Berxwedana Serdemê ya Şehîd Delîl Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin. Piştî vê bomberdûmanê agir bi herêmê ket.”