NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrinê bi daxuyaniyekî nivîskî çalakiyên ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker hatine kirin ragihand. Di wan çalakiyan de 2 leşkerên Tirk û 5 çete hatin kuştin.
Daxûyanî wuha ye:
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
Dewleta Tirk a dagirker-qirker û faşîst bi çeteyên xwe yên Cîhadîst ve bi rengekî pilankirî û bi rêk û pêk li dijî gelê me, bi rê û rêbazên cûda ve her cûre êrîşên xwe rewa dibînîn û pêk tînîn. Li hemberê wan Zihniyet, siyaset û polîtîkayên îmha û qirkirinê ê ku li ser gelê me tê meşandin hêzên me di roja 16’ê Tîrmehê de çalakiyên bersivdayînê lidarxistin;
Di vê çarçoveyê de:
1- Di 16’ê Tîrmehê de li xeta Babê hêzên me 2 çalakiyên Taybet li dijî Dewleta Tirk a dagirker pêk anîn di encama çalakiya heyî de 2 leşkerên Tirk tên kuştin û 3 leşker jî birîndar dibe.
2- Dîsa di heman rojê de 16’ê Tîrmehê de li xeta Babê hêzên me çalakiyekî serdegirtinê li dijî çeteyên Dewleta Tirk a dagirker pêk anîn di encama vê çalakiya heyî de jî 5 çeteyên dagirker tê kuştin û 1 çete jî birîndar dibe. Di heman demê de hêzê me di vê çalakiya heyî de 1 çeka AK-47, 1 Rext, 1 Telefon, 2 bombeyê destan, 5 jarjorê AK-47 û mîqdarekî fîşek desteser dikin.
3- Bi giştî di van çalakiyan de; 2 Leşkerên Tirk û 5 çete tê kuştin, 3 leşkerê Tirk û 1 çete jî birîndar dibe. Noqteyên çeteyan bi temamî tê şewitandin û ruxandin 1 çeka AK-47, 1 Rext, 1 Telefon, 2 bombeyê destan, 5 jarjorê AK-47 û mîqdarekî fîşek jî tê desteserkirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
19’ê Tîrmehê 2024