NAVENDA NÛÇEYAN- Temenê Şoreşa Rojava gihaşt 12 salan. Roja yekemîn ya Şoreşa Rojava de ciwan û jinên ciwan çawa pêşengtîya şerê rizgariyê kirin, îro jî bi ked û tekoşîna xwe ve ji bo pêşketina şoreşê di refê herî pêş de dimeşin. Jinên ciwan ji ajansa me re behsa girîngî û rola ciwana di şoreşa Rojava de kirin
“Navê min Keysa ye. Ez ji bajarê Tirbespîyê me. Despêkê ez şoreşa 19’ê Tîrmeh’ê ji Rêber APO, malbatên şehîdan, hemû şervanên azadiyê û jinên kedkar pîroz dikim. Ev bû 12 sale şoreşa me berxwe dide. Çawa ku me di despêka şoreşê de şerekî bêhempa da meşandin û bihezaran şehîdê me jî çêbûn û me dîsa jî berdewam kir, em naha jî tekoşîna xwe bi heman rihê didin berdewam. Bi saya keda ku despêka şoreşê de hat dayîn em îro dikarin bi zimanê xwe, bi reng û çanda xwe şoreşa xwe pîroz bikin. Despêka şoreşê her tişt pir nû bû, ji ber vê zehmetî hatin kişandin. Dîsa jî em bi saya bi şehîdên xwe em gihîştîn vê rojê. Şoreşa Rojava di her milî de ji cîhanê re mînak e. Di milê pêşengtiya jin de, civakî de, demokrasîyê de, di milê ziman, çand û hûnerê de pêşketinên pir mezin çêbûn. Û naha çavê cîhanê li ser Rojava ye.”
“Navê min Sorya Simo. Ez endamê Yekîtiya Jinên Ciwan im. Ez di despêkê de hemû şehîdên Şoreşa Rojava bibîrtinim û bejna xwe li beramberî wan ditewînim. Şoreşa Rojava çawa ku di pir aliyan de bi xwe re nûbuyîn anî, wekî nasname jî hîşt jinên ciwan bi xwesertiya xwe û rengê xwe di nav civakê de rola xwe bileyze. Di giştî cîhanê de mînaka vê yekê nîne ku jinên ciwan pêşengtiya şoreşekî bikin. Bi rastî jî jinên ciwan di Şoreşa Rojava de di milê leşkerî bigre heta hûnerê, milê werzîşî bigre heta rêxistinî pêşengtî kirin. Ji ber vê yekê jî ji Şoreşa Rojava re tê gotin ku Şoreşa Jinê. Em jî bang hemû jinên ciwanên cîhanê dikin ku ji wê sîstema ku dijminê jinê ye derkevin û werin Şoreşa Rojava nas bikin.”
” Navê min Wetha ye. Ez endamê Ciwanên Şoreşger ya bajarê Girkê Lêgê me. Despêkê gerek mirov bîne ziman ku şoreşa me bi keda hevalên şehîd ve pêkhat. Naha em jî wekî ciwan li pey şopa wan de dimeşin û emê heta dawiyê jî bimeşin. Wekî Şehîd Bişeng, Şehîd Vejîn kedkarê vê şoreşê ne. Naha jî em di nava vê şoreşê de ne û şoreş zindî ye. Ji ber vê yekê divê em wekî jinên ciwan şoreşa Rojava ku berhemê fikrê Serok APO ye biparêzin û pêşbixin.”