STENBOL- Jinên ciwan ên ku li dijî şerê taybet, qetlîamên û destavêtinên jinan, polîtîkayên asîmîlasyonê û dagirkeriyê di derdora “Xeta Jinê” de tên gel hev bi boneya 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê îro li kolanên herî qelebalix ên Stenbolê pankart daliqandin. .
Li ser pankartê bi kurdî “Şoreşa Rojava Bû Sembola Berxwedana Jinê” hat nivîsandin. Di heman demê de jinên ciwan bi dirûşmeya “Bîjî Berxwedana Rojava” piştgirî dan gelê Rojava ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bênavber şoreşa xwe diparêze.