QAMIŞLO – Îro danê êvarê, bi boneya salvegera 12’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, di asta Kantona Qamişlo, mîtîngekî li Lîstokgeha Pakrewanên 12’ê Adarê hat li darxistin.
Bi deh hezaran şênî ji tevahî bajarên ji Qamişlo heya Dêrîk kom bûn ji bo pîrozkirina salvegera şoreşê. Bi hezaran gel dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana QSD” û “Bijî Berxwedana Gerîla” berz kirin.
Piştî girtina deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan, vê rojê di serî de li Rêber Apo, li şehîdên şoreşê, hêzên fedayî yên gerîla, şervanên QSD û tevahî gelê azadîxwaz hat pîroz kirin.
Mîtîng bi axaftina hevserokên Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê hat vekirin. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan jî axaftinekî hat kirin. Piştre berdevka Kongra Star a Cizîrê axivî û jinên berxwedêr ên ku pêşengtiya şoreşê kirin bibîrxist. Her wiha, li ser navê QSD Kawa Gulo axivî.
Di beşa duyem a mîtîngê de bernameyekî hunerê resen hat pêşkêşkirin û gelê hezir govend gerand. Koma Tolhildan Heseke, Koma Aka ya govend a Aşûrî, hunermenda Bêrîvan, Koma Serdem a Heseke, Koma botan û govenda erebi ya Til Hemis hûnera xwe pêşkêşkirin. Ji bo pîrozkirina 19’ê Tîrmehê bi dehan fîşekên hewayî hatin teqandin.