MÊRDÎN- Ciwanên Partiya Dem Mêrdîn-Qoser li dijî esareta 26 salan a Rêber APO û tecrîda ku di hemû dewreyê de berdewam kir daketin qadan. Ciwanan bang li her kesî kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, desteserkirina îradeyê, îşkenceya li zindanan û îstîsmara karkeran xwe bi rêxistin bikin.
Ciwanan diyar kirin ku polîtîkayên şerê taybet a dewleta Tirk a li dijî ciwanan û hewldanên wan ên dûrxistina ciwanan ji Rêber APO bê encam mane, bi dirûşma “Bijî Serok APO” dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re qîriyan.
Ciwanan gotin, “Em li qadan in, bi hêza xwe ya rêxistinbûyî, li dijî tecrîdê, desteserkirina îradeyê, îşkenceya li zindanan û mêtingeriyê têkoşîna xwe mezin dikin.” Bi gotinan biryardariya xwe anîn ziman.