GRIGNY – Bi pêşengiya ciwanên endamên TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) û TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) bi boneya salvegera şoreşa Rojava li paytexta Fransa Parîsê li taxa Grigny şahî hatin lidarxistin. Pîrozbahiya ku gelek welatparêz beşdar bûn, li ser navê hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê di şexsê şehîd Arîn Mîrkan, Fermandarê Ciwanan Şehîd Baran Mawa û Şehîd Fazil Botan de bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê CDKF’ê Mûrat Ceylan ku piştî kêliya rêzgirtinê axivî, şoreşa Rojava li Rêber APO, malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurdistanê pîroz kir û diyar kir ku Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye. Murat Ceylan got, “19’ê Tîrmehê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest û jinên cîhanê, li dijî modernîteya kapîtalîst a serdest û metînger, jiyaneke alternatîf e. Bi paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ya Rêber APO ve pêk hat. Murat Ceylan da xuyakirin ku jinan di pêkanîna Şoreşa Rojava de roleke mezin lîstin û got, “Ez Şoreşa Jinê ya jinên Kurd û cîhanê, di şexsê hemû jinên kedkar ên Şoreşa Rojava de pîroz dikim.”
Ciwanan bal kişandin ser tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO û diyar kirin ku heya azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew ê li qadan bin û di nava têkoşînê de bin.
Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.