STUTTGART – Bi çalakiya li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û îxaneta PDK’ê hatin protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên ku bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê û bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê li Rotebûhlplatzê hatin cem hev, bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê dan.
Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê Mesût Aram Daghan û Pervîn Azadî daxuyaniya çapemeniyê xwendin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê Mesût Aram Daghan daxuyaniya KCDK-E’yê xwend û li dijî êrîşan banga berxwedana topyekûn kir. Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) di daxuyaniya xwe de êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê, Şengal û Efrînê şermezar kir û diyar kir ku van êrîşan destkeftiyên gelê Kurd hedef digirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tifaqa AKP-MHP’ê di êrîşên xwe yên îmhayê yên li dijî gelê Kurd de têk çû û hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi desteka PDK’ê van polîtîkayên xwe didomîne. KCDK-E’yê diyar kir ku Şengal û Başûrê Kurdistanê di bin tehdîda dewleta Tirk de ne û li wir hewldana qirkirinê tê kirin.
KCDK-E’yê bang li gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê yên li derve jî kir û diyar kir ku divê li her derê li dijî dagirkerî û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bi awayekî girseyî bertek were nîşandan. Di vê çarçoveyê de hat diyarkirin ku divê hemû çalakiyên li Ewropayê bên lidarxistin bi çalakiyên girseyî werin pêşwazîkirin. Hat diyarkirin ku divê gel li dijî polîtîkayên dagirkerî, îxanet û qirkirinê bi xurtî rabe ser piyan. KCDK-E bal kişand ser girîngiya berxwedanê û diyar kir ku bi vî rengî azadî û pêşeroja gelê Kurd dikare were parastin. KCDK-E bang li hemû gel û hêzên demokratîk kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk helwesteke hevpar nîşan bidin û destkeftiyên gelê Kurd biparêzin.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stûttgartê Pervîn Azadî daxuyaniya KON-MED’ê xwend û bal kişand ser bêdengiya raya giştî ya navneteweyî. Pervîn Azadî destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ya îlhaqê tevahiya Kurdistanê ye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca Tirkiyeyê têkbirina paradîgmaya jiyana bi hev re ya Rêber APO ye û ev paradîgma wê gelê Kurd, Rojhilata Navîn û mirovahiyê azad bike. Hat diyarkirin ku hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê di hedefa sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên Tirkiyeyê de ne.
Hate diyarkirin ku Tirkiye ji herêmên ku berê dagir kiribûn venekişiya û li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên Rojava (Bakurê Sûriyeyê) asîmîlasyon û qirkirin pêk anî. Hate diyarkirin ku artêşa Tirk û çeteyên wê bi armanca tinekirina Kurdan û nirx û cihên pîroz ên herî kevnar êrîş pêk anîne.
Piştî daxuyaniyê polîsên Elman hewl dan ciwanê Kurd bi hinceta diruşmeyan binçav bike.