BERLÎN – Endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û ciwanên enternasyonalîst bi boneya 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava li bajarê Berlîn ê Elmanyayê meşiyan. Ciwanên ku meşiyan tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Bi dehan ciwan bi alên Rêber APO, alên TEV-DEM û YPG’ê li kolanên Berlînê meşiyan û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin. Polîsên ku xwestin mudaxeleyî ciwanên ku bi meşale û alên rengîn li kolanên Berlînê dimeşiyan, rastî berxwedana ciwanan hatin. Polîsên ku kolan girtin, li hemberî berxwedana ciwanan paşve gav avêtin û dîsa kolan vekirin.
Ciwanên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO qêriyan, diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were ew ê li qadan têbikoşin