REQA- Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kantona Reqayê. Bi dirûşma “Em ê bi ruhê 19’ê Tîrmehê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin”, ji bo silavkirin û piştgirî dayina berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna,heman demê ji bo pîrozkirina salvegera 12’emîn ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi pêşengiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hateserxistin, bi çalakiya wesayîtan li dar xist.
Ciwanan bi alên PKK û Rêber APO û dirûşmeyên “Bîjî Berxwedana Gerîla”, “Bîjî Serok APO”, “Bîjî Partiya Karkerên Kurdistan” berz kirin, bal kişandin ser girîngiya berxwedana gerîla.