ÎTALYA- Li Navenda Civakî ya Labas a İtalyayê bi boneya 12. salvegera Şoreşa Rojava çalakiya pîrozkirin û piştgiriyê ya taybet hate lidarxistin. Sînameyekî piçûk (mînyatur) ji hêla ciwanên enternasyonal ve hate çêkirin ku ji bo ji nû ve avakirina Sînemaya Amûdê piştgirîya girseyê teşwîq bike.
Şehîdên azadiyê bi daxuyaniyekê hatin bibîranîn û wêneyên wan li cihê çalakiyê hatin pêşandan. Her wiha pankartek ji bo piştgirîdayina berxwedan û têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hate vekirin û daliqandin. Çalakî bi beşdariya gelek kesan ve eleqeyek mezin kişand. Aktivîstek koçber ji Ganayê xwarinek Ganayî amade kir ku dahatiya wê ji bo kampanyaya ji nû ve avakirina sînemayê hat bexşkirin.
Daxuyanî wiha bû:
“Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bajarê Kobanê yê Bakurê Sûriyeyê serî hilda û xweseriya xwe ji hikûmeta navendî ragihand. Di demeke kurt de bajarên din jî tevlî vê şoreşê bûn û şoreşa konfederal a Rojava li ser esasên diyarkirî destpêkir. Rêber APO paradigmeyekî demokratik ekolojik û azadiya jinê pêşkeşî gelan kir ku şoreşa Rojava bingeha xwe ji vir girt.
Dengdana şoreşa Rojava, kûrahî û girîngiya prensîbên wê, bû sedem ku bi sedan kesên Rojavayî (Awrupî) tevlî YPG û YPJ bibin. Beşek ji wan di têkoşîna konfederalîzma demokratîk de şehîd ketin.
Kurd dibêjin Şehîd Namirin. Ji ber vê yekê şehîd namirin. Di vê çalakiyê de em dixwazin şehîdên azadiyê bi bîr bînin. Ev salveger di demekê wusa de ye ku Tirkiye hewl dide êrişî Başurê Kurdistanê dike, ji xiyanetên navxweyî û bêdengiya navdewletî ya li herêmê sûd werdigire û careke din serî li cîhadiyên kirê dide. Beşek ji Rojava hê jî di bin dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk de ye. Em vê çalakiyê ne tenê weke salvegerekê, di heman demê de weke roja şermezarkirina sûcên dewleta Tirk û piştgiriya bi gelê Kurd re dibînin.”