STUTTGART – Ji bo 33 ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê di encama êrîşa çeteyên AKP-MHP û DAIŞ’ê de hatin qetilkirin, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê meşek hat lidarxistin. Bîranîn û meş di pêşangtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN), Partîzan, MLKP, Ciwanên Demokratîk ên Nû, Defend Kurdistan, Riseup4Rojava, rêxistinên ciwanan ên wek ZORA Stuttgart, OTKM (Offenes Treffen gegen Krieg und Militarisruggle û Young Ruggle) û hwd. de hat kirin.
Girseya ku li Stûttgart Lautenschlagerstrasse kom bûn, heta Rathausplatzê bi dirûşmeyan meşiyan û li vir daxuyaniya çapemeniyê dan. Bîranîn û meş ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Dema navên 33 rêwiyên xewnê yên bi hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê hatin qetilkirin yek bi yek hatin eşkerekirin, girseyê jî bi gotina “DÎJÎN” bersiv da.
Di meşê de dirûşmên bi Elmanî, Kurdî û Tirkî hatin qîrkirin, hate destnîşankirin ku wê ji Pirsûsê hesab bê pirsîn û Şoreşa Rojava hate silavkirin. Di meşê de pankartên ku li ser Komkujiya Pirsûsê bi hevkariya AKP û DAIŞ’ê pêk hatiye û wêneyên şehîdên Pirsûsê hatin hilgirtin, têkildarî komkujî û sûcên şer ên hikûmeta AKP’ê daxuyanî û anonsên bi zimanê Elmanî hatin kirin.
Girse heta Rathausplatzê meşiya, nûnerên rêxistinên ciwanan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê hesab ji Komkujiya Pirsûsê bê pirsîn, Şoreşa Rojava û gerîlayên Kurdistanê hatin silavkirin.