HEILBRONN – Tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO û êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li dijî Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê ya xayîn re, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê hate protestokirin.
Çalakiya bi pêşengiya ciwanên TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) û TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) li ser navê şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di dawiya meşê de deklerasyona bi zimanê Elmanî hate xwendin. Di meşê de timî dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Bijî Berxwedana Gerîla” hatin berzkirin, îxaneta PDK’ê û êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Meşa ku ji Heilbronn Soleo dest pê kir û bi qasî 1 saetê dewam kir, li Klienplatzê bi dawî bû. Li vir li ser navê TekoJIN’ê Gulîstan Ateş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PDK’ê di salên 1990’î de êrîşî dewleta Tirk a faşîst û gerîlayên Azadiyê kir û îro jî di heman xetê de ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin,
“Tirkiye van operasyonan li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî bi mafê xweparastinê rewa dike. Lê pisporên navneteweyî jî li ser wê yekê hemfikir in ku êrîşên Tirkiyê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Heta Servîsa Zanistî ya Bundestagê ya Almanyayê jî êrişa hevkarekî nêzîk yê hikûmeta Almanyayê li gorî hiqûqa navneteweyî neqanûnî binav kir. Lê belê, ne aliyê Alman û ne jî hevalbendên din ên rojavayî van binpêkirinên hiqûqa navneteweyî nakin pirsgirêk.”
Bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî û dewletan a li hemberî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û wiha got:
“Li pişt şerê li Iraq û Kurdistanê hem Tirkiye û hem jî welatên hevalbendên NATO’yê berjewendiyên aborî hene. Di nîvê meha adarê de, piştî 12 salan yekem car ligel şandeya Tirkiyê serdana hikûmeta navendî ya Iraqê li Bexdayê (Iraq) kir. Di civînê de nûnerên PDK’ê jî weke rêveberên Rêveberiya Xweser a Kurdistanê amade bûn. Piştî civînê hat ragihandin ku wê herêma operasyona leşkerî ya 30-40 kîlometreyî bê avakirin. Mijara sereke ya hevdîtinan şerê hevpar a li dijî PKK’ê û gelê Kurd û şert û mercên rêyên nû yên bazirganiyê yên di ser Iraqê re bû. Projeya binesaziya ‘Projeya Rêya Pêşxistina Iraqê’ ji bihara 2023’an ve tê zanîn. Di çarçoveya vê yekê de, bendera Besra ya Iraqê dê bi sînorê Tirkiyê ve were girêdan û dê bibe alternatîfek ji rêya Kanala Sûsê re. Ev yek dikare Iraqê bike navendeke girîng a derbasbûnê di navbera Asya û Ewropayê de. Tirkiye vê projeyê weke beşek ji stratejiya xwe dibîne ku xwe bike hêzeke girîng a herêmê û têkiliyên xwe yên aborî bi Ewropa û Asyayê re xurt bike.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser sewqiyata leşkerî ya dewleta Tirk a faşîst a dagirker a li Başûrê Kurdistanê,
“Di nava çend rojan de nêzî 300 tank li herêma Barwarî Bala hatin bicihkirin. Niha li Başûrê Kurdistanê bi giştî 15 hezar leşkerên Tirk bi cih bûne. Di çarçoveya amadekariyên şer de, kontrolkirina nasnameyan ji bo sivîlên herêma Dihokê hat destpêkirin. Li gel êrîşên berdewam ên li ser herêmên parastina medyayê, herêma Duhokê wê bibe armanca sereke.”