BERLÎN- Endamên TekoJIN û TCŞ’ê li paytexta Elmanya Berlînê ji bo şermezarkirina dagirkerî û tecrîda li ser Rêber APO û qîrîna azadiya Rêber APO meşiyan.
Meşa ku ji aliyê endamên TekoJIn û TCŞ’ê ve hat organîzekirin, bi tevlîbûna ciwanên ku li qada Oranienplatzê li hev civiyan destpê kir. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir û bi daxuyaniyan berdewam kir. Di daxuyaniya li ser navê TCŞ’ê de pêkanînên dijmirovahî yên li dijî Rêber APO hate kirin û hate gotin: “Mafê hebûnê yê tevahî civaka Kurd di bin êrîşan de ye. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve destûr nayê dayîn ku parêzer bi Rêber APO re hevdîtinê bikin. Rêber APO ji sala 2015’an û vir ve tenê carekê di 27’ê Nîsana 2020’an de bi birayê xwe re bi telefonê axivî. Ji wê demê ve mafên wan ên destûrî û qanûnî hatine binpêkirin.”
Di daxuyaniya li ser navê JXK û YXK’ê de wiha hate gotin: “Rêber APO 25 sal in li Girava Girtîgeha Îmraliyê bi temamî tê tecrîdkirin. Dewleta Tirk ev nêzî 4 sal in der barê rewşa wî de agahî nedaye. Lê dîsa jî têkoşîn, îdeolojî û felsefeya wî jiyana xwe didomîne. Paradîgmaya jiyana azad, demokrasiya radîkal, ekolojî û azadiya jinê ya Rêber APO îlhamê dide gelek kesan. Bindestiya li ser jinê weke hêmaneke bingehîn a metingeri ya li Kurdistanê dît û ji bo civakek azad derbaskirina baviksalarî weke jiyanî pênase kir. Tecrîdkirina wî hewldana tepisandina ramanên bingehîn ên civaka demokratîk e. Heya ku dewletên NATO, bi taybetî Tirkiye azadiya gelan asteng bike, têkoşîna azadiyê wê bidome. Hukûmeta Tirk bi awayekî sîstematîk kêmneteweyan tepeser dike û Dewleta Îslamî jî wek amûreke zordestîyê bi kar tîne. Em daxwaza azadiya Rêber APO dikin, ji ber ku ancax bi azadiya wî çareseriyeke aştiyane pêkan e.”
Di meşa ku heta qada Hermannplatzê dom kir de dirûşmên “Bijî Rêber APO”, “Silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Ciwan Fedaiyê Rêber APO” hatin qîrîn.