NAVENDA NUÇEYAN- Ji pênûsa Bawer Agir:
LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET, TÊKOŞÎNA APOYÎ
“Meşandina şer li dijî civakan û bi taybet jî civaka Kurd xwedî kokekî dîrokî ye. Bi derketina şaristaniya navendî re, şerê desthilatdariyê li dijî civaka exlaqî û politik destpêdike. Bi herikîna dîrokê re çiqas şaristaniya desthilatdar form gûheriye, ev şer jî hîn zêdetir kûr bûye û şêwazê xwe nû kiriye. Bi taybet jî piştî sedsala 18’an û di serdema Modernîteya Kapîtalîst de rewşa şer hîn dijwar bûye. Modernîteya serwer dîroka 400 salên dawiyê bi trajedi û komkûjiyan dagirtiye. Piştî şerê cîhanê ya dûyemîn û bi taybet jî di nava 70 salên dawiyê de, bi avabûna NATO’yê re şerê taybet ji rewşeke şer ya demkurt, taktîk û stratejiyekî derketiye û weke pergalekî domdarkirina Modernîteya Kapîtalîst xwe bi rêxistin kiriye. Di asta nav dewletî de bi Gladiyo’yê xwe bi sazî kiriye û di paralêla hemû dewletan de jî bûye misogeriya jêveneger ya parastina netew dewletan. Bêgûman di vê serdema dîrokê de, tenê şerê dewletan û hêzên hegemon nagihêje zirveyê. Di esasê xwe de yê ku kêliyek jî navber nade û 24 sa’etan li ser piye, şerê taybet ê li dijî civakê ye. Weke temsîliyet û kombûyina nirxên gel jî, tevgerên şoreşger di navenda hedefên van êrişan de cih digirin.
Li aliyêkî faktorên dîrokî û erdinîgarî ya Kurdistanê, li aliyê din jî gelê Kurd bi xisleta xwe ya pêşengtiya şoreşa çandiniyê, bûye sedem ku desthilatdaran hîn zêdetir berfireh û demdirêj, şerên xwe yên dagirkeriyê li ser bimeşînin. Her ku li dijî dagirkeriyê serhildan û têkoşîna civakê pêşketiye, dewletên dagirker jî şêwazê xwe yê şer hîn zêdetir kûr kirine û bi sazî kirine. Bi taybet jî di despêka sedsala 20’emîn de bi avabûna netew dewletên nû yên li herêmê û perçekirina axa Kurdistanê, şerê li dijî civaka Kurd û tevgerên şoreşger hîn bi sîstematîk bûye û bingeh avêtiyê. Di konsepta qirkirina gelê Kurd de rolê serkêşiyê ji dewleta tirk a faşist re hatiye dayin. Bi armanca qirkirin û kok qelandina Kurdan, di sedsala 20’an de Kurdistan bûye meydana êriş û planên şerê taybet ya modernîteya kapitalist.
Bi derketina Tevgera APO’yî re rêbazên berê yên şerê taybet li Kurdistanê vala derketin û binketin. Berxwedanên li zîndanan, serhildanên gel û şerê çekdarî yên di pêşengtiya jin û ciwanan de, bûye navnîşana îradeya ji pola ya destana vejînê. Weke ku Rêber APO û Tevgera Azadiyê bûne çavkanî û îlhama berxwedana gelê Kurd, heman wext îmralî û çiyayên Kurdistanê jî bûne navenda tevahî êrişên qirker yên rejîma şerê taybet. Di asta navnetewî de maseya tevahî plan û komployan, ku di şexsê Rêber APO de li dijî gele Kurd tê meşandin Gladiyoya NATO’yê ye. Lingê xwe yê li ser axa Kurdistanê jî di roja îro de ittifaqa faşist ya AKP-MHP û hevkariya KDP’ye. Bi armanca qirkirina gelê Kurd êrişên bê sînor û pîvan ku di heft salên dawiyê de li dijî gerîlayên azadiyê pêk tînin, rewşa herî şênber ya rejîma şerê taybete. Rewşa ji tecrîdê wêdetir ku zêdetirî 2 salane li ser Rêber APO û gelê Kurd tê ferizkirin, hedefgirtina pêşengên gel, êrişên bi hemû cure çekên qedexe yên li çiyayên Kurdistanê, ambargoya KDP’ê ya li ser qadên azad, sensor û kirîmînalîze kirina şoreşa Kurdistanê û bêdengiya dewletên hegemon li hember tevahî komkûjî û qirkirinên li Kurdistanên pêktên, mîna ku di yek mêjiyê de hatibin fikrîn û ji yek zimanê talimata wan hatibe dayin perçeyên heman konsepta qirkirinê îfade dikin.
Şoreşa ku bi Rêber APO destpêkir, xwe gihandiye asteke gerdûnî û ji tevgerekê zêdetir bûye şoreşeke gelerî. Rejîma şerê taybet jî ji bo ku tevahî civakê bitepisîne, îradeya wê bişkîne, ji şoreş û şoreşgertiyê dûrbixîne, serî li her cûre rê û rêbazan dide. Navendên ‘’Hêzên taybet’’ ku ji aliyê rejîma şerê taybet ve hatine avakirin, êrişên rasterast yên fîzîkî û derûnî li ser gelê hişiyarbûyî hedef dikin. Bi rêxistinên ‘Kontra Gerîla’’ bi rêbazên derhûqûqî û derexlaqî, dixwazin gel ji gerîla qût bikin. Propagandaya van hêzan mîna hêzên ku têk naçin, tu caran bin nakevin tên kirin. Bi vê awayî hewil didin tirs di civakê de biçînin, hêviyên serkeftin û azadiyê biçikînin. Bi vê rengî jî hedef dikin ku hêzên parastina cewherî ya civakê qelis bikin, tenê bihêlin û biperçiqînin. Bêgûman bi armanca xapandin û berovajî kirina van kirdeyên xwe jî, di qada siyasî û hûqûqî de van êrişan dewam û rewa dikin.
Civaka Kurd xwedî taybetmendiyên exlaqî û politîke. Xwedî çandeke kevnare ku bi şoreşa APO’yî re zirveya xwe jiyan dike. Herwiha di nava 50 salên dawiyê de hafizeyeke bi hêz ya têkoşîn û berxwedanê qezenc kiriye. Bûye xwedî qabiliyeta vala derxistina hemû cûre êriş û lîstokên şerê taybet. Li hember êrişên herî hov ya qirkirinê, xwedî sekneka berxwedanê ye û ev vegeriyaye çandekî. Di dîroka nêz de jî berxwedana Cizire, Sûr, Efrîn, Kobanê û dehan mînakên din, bûne îspata vê çanda bi heybet ya berxwedanê. Rejîma şerê taybet ya AKP-MHP û KDP’ê jî di vê zanabûnê de ne ku heya ev çand neyê tune kirin, qirkirina fîzîkî ya gelê Kurd û şoreşa APO’yî ne pêkan e. Ji ber vê jî navnîşaneke sereke ya êrişên şerê tayet jî ÇAND’e. Ji bo tepkî û hestiyariyên civakê lewaz bike û hûndirê wan vala bike, êrişên nirx û pîroziyan dike. Di serî de Rêbertî û Şehîd ku ji bo gel nirxên herî pîroz yê manewî îfade dikin, dixwazin ji rêzê bikin. Li dijî zimanê Kurdî ku hafizeya dîrokî ya civakê îfade dike, bi sazî û mayinde dike êrişên bişaftinê di asta herî jor de pêşdixin. Di heman demê de zimanê Kurdî bi şoreşê re bûye xwedî ferhengeke şoreşgerî jî. Li dijî ev ferhenga şoreşgerî jî êrişeke pir dijwar ya ideolojik tê meşandin. Di van êrişan de jî roleke sereke ji hevkartiya KDP’ê û tevahî şaxên wî yên li perçeyên Kurdistanê re hatiye dayin.
Di civakan de, ji ber taybetmendiyên wan ê domdar kirin û pêşxistina çandê, jin û ciwan xwedî roleke pêşengtiyê ne. Asta pêşengtiya herdû kesîman, di heman demê de zîndî bûyin û asta azadiya vê civakê diyar dike. Ji ber vê jî dibin hedefa sereke ya êrişên zîhnî û fîzîkî ya şêrê taybet. Weke beşeke sereke ya şerê taybet, şerê derûnî û piskolojîk bi tamamî beralî kirin û bêbandorkirina herdû kesîman hedef dike. Ne tenê bê bandor kirin, bikaranîna wan a li dijî civakê jî (sîxurkirina wan) weke destkeftiyeke zêrîn dibîne. Dirûşmeya sereke ya şerê piskolojîk a sê S’yan (Seks, Spor û Sanat), di cewherê xwe de şerê li dijî jin û ciwanan dihewîne. Di van her sê qadan de ya herî zede dibin qûrban û bê hiş tên kirirn jin û ciwanin. Bi maddeyên hişber ciwanan ji rolên wan ê dîrokî û berpirsiyartiyên wan ya li hember civakê bê hay dikin. Ne tenê ev, jixwe her sê S’yan jî weke maddeyên hişber bikartînin û 24 seatan bênavber li ser kar dihêlin. Ango, rolên jin û ciwanan yê pêşengtiya ideolojik û çandî ya civakê, di wateyeke din rolê wan ya parastina civakê berovajî tên kirin. Jiber vê jî jin û ciwanên ku bi şerê taybet re rû bi rû mane, bi zanebûn an jî bi nezantî; an ewê bibin amûrê şerê taybet û xwe û civaka xwe tune bikin, an jî ewê bi berxwedaneke bê hempa ya îrade û zanebûnê van lîstokan vala derxin û bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin.
Şerê taybet bi tevahî şerekî bîrdozîk a dij civakî ye. Giştî amûrên ku rola perwerde û parvekirina di nava civakê de dilîzin, rejîma şerê taybet rola wan berovajî dike û dike qada ku serweriya xwe ya bîrdozîk têde ava bike. Ev rastî jî herî zêde di rêbaza şerê piskolojîk de şênber dibe. Ango şerê taybet herî zêde rola xwe ya penceşêr bûyin û têkîliya xwe ya îdeolojîk bi modernîteya kapîtalîst re di vê qadê de dide diyar kirin. Pêwîste neyê jibîr kirin ku her pergalekî serweriya xwe bi serweriya bîrdozîk misoger dike. Ji ber vê jî şerê taybet û têkoşîna li dijî şerê taybet jî, şerên bîrdoziyê ne. Li Kurdistanê her qadekî ku çand, raman, ziman, bawerî, huner û politîka têde were nîqaş kirin û axaftin, mutleqe di hedefa şerê taybet de ye. Stratejiyên demdirêj ên şerê piskolojîk, di saziyên perwerdehî de zêdetir berbiçave. Ji ber vê jî dibistanên dagirkeriyê bi tamamî amurên şerê taybetin. Perestgehên olî û tevgerên baweriyê hîn di destpêkê de qadên ku şerê taybet rewabûna xwe li wir qezenc dike ye. Saziyên wêje û zimanê ji bo vala kirina tepkiyên li dijî qirkirina çandî û netewî, amûrên sereke yên xapandinê ne. Huner, ku di esasê xwe de îfadeya herî estetîk ya çanda civakê ye, şerê taybet êrişên xwe yên herî hov li ser pêktîne. Huner dike amurekê asîmilasiyon û bazirganiyê û aliyên wê yên zihnî û çandî pûç dike.
Şerê herî dijwar ya piskolojîk jî di qada ragihandinê de tê meşandin. Bi taktîk û stratejiyên xwe, hevsengiya di navbera saziyên şerê taybet ên sîxûrî, leşkerî û ideolojiyê de, di vê qadê de digihêje zirveyê. Di heman demê de qada herî berbiçav û lezû bez, ya komployên di navbera hêzên gladiyoyê xistina pratîkê ye. Armanca vê qadê şikandina îrade û baweriyê ye û rêbaza xwe yê sereke jî derew e. Civak weke labaratorekî dest digrin û ji bo vê jî bi sedan sazî û şirketên serjimêrî, îstatistîk û lêkolînê bi berdewamî li ser karin. Armanca hemûyan jî peydekirina derewa herî başe. Binketin çawa dikare bibe derewa serkeftinê? Çîroka serkeftineke ku qet nebûye çawa tê nivîsandin? Rastî û derew çawa dikarin bibin amûra heman derewê? Bersivên wan pirsan hêmûyan jî ragihandinda şerê piskolojîk e. Ragihandinên rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê bi hêz û desteka ku ji Gladiyoyê digrin vê qadê pir çalak bikar tînin. Ne tenê di warê taktîkî de, di warê stratejik de jî di nava 20 salên dawiyê de nifşekî faşîzan û desthilatperest li Tirkiye înşa kirin. Heman demê de bi rewşa xwe ya bûye amûrekê şerê taybet, xeta hevkar ya KDP’ê jî nasnameya rêxistina Gladiyoya Kurdistanê ye. Bi hemû baskên perçeyan û saziyên xwe ve, weke lingê ‘Kontra Gerîla’’ ya rejîma şerê taybet rol dilîze. Ev rastiya xeta hevkar û xiyanetkar çi qas koka xwe dîrokî be jî, di van 20 salên dawiyê de zêdetir kur bûye û bi qasî vê jî deşifre bûye. Ev di weşana çapemeniya xeta xiyanetkar de gihiştiye asta herî jor. Reş kirin û krîmînalîze kirina Tevgera Azadiyê û xeta pêşengtiya berxwedana gelê Kurd di politikaya destpêkê ya ragihandina şerê taybet de cih digre. Di vê qadê de jî pêşengê îdeolojîk ya gele Kurd di hedefa destpêkê de ye. Spekûlasiyonên ku li ser Rêber APO bi armancê lîstina bi nirxên gel tên kirin, qanita vê ne. Lê rixmî hemû êrişên piskolojîk jî berxwedan û sekna li dijî tecrîdê derketiye, asta hişmendî û îradeya gel derdixe berçavan.
Têkoşîna tevgera APO’yî 50 salin bûye xwedî tecrûbeyeke mezin ya leşkerî, politîk û îdeolojîk. Bi manewiyata ku ji deryayeka xwînê ava bûye, îrade û rêxistinbûneke ji pola ya gel û tevgera pêşeng hatiye înşa kirin. Bêgûman ev çand û baweriya berxwedanê ku ji berxwedana zîndanan destpêkir, di 15’ê Tebaxê de hebûna gelê Kurd misoger kiriye, bi serhildanên salên 90’î re li tevahî civakê belav bûye, bi helwestên li dijî komploya navnetewî asta fedayitiya gel qezenc kiriye û di pêvajoya şerê gel ê şoreşgerî de li Rojava û Şengalê de bi pergal bûye û di şexsê berxwedana Gerîla ya 7 salên dawiyê de jî li tevahî Kurdistanê de rejîma şêrê taybet aniye heta ber têkçûyinê. Ev jî îspat kiriye ku stratejiya şerê gelê şoreşgerî dikare serkeftinên mezin destbixe û rejîma şerê taybet bin bixe. Gerîla rojane bi sekneke destanwarî pêşengtiya vê dike. Lê bêgûman jiber ku êriş ne bi tenê li dijî gerîla ne, pêwîste her ferdeki civakê li dijî şerê taybet heman seknê raber bike. Bi taybet jî rola jin û ciwanan di pêşxistina şerê gel de diyarkere. Ji parastina cewherî û tevlêbûna rasterast ya şer bigre, heta belav kirin û bilind kirina çanda berxwedanê, ji perwerde û inşaya hişmendiya xwe parastinê bigre, heta xebatên propagene û ajîtasiyona şoreşgerî, erk û berpirsiyartiya her ferdekî azadîxwaz û welatparêze.”
Çavkani: Kovara Yurtsever Genç Kadın