KOBANÊ – Di Şoreşa 19’ê Tirmehê ku niha 12 sal li pey xwe hîşt ciwan û jinên ciwan her der cihê xwe girtin û pêşengtî kirin. Taybet dema ku şerê bajarê Kobanê despê kir Ciwan û Jinên Ciwan tevlî wî şerê bûn û canê xwe ji bo parastîna wî welatî feda kirin. Kendal Kobanê û Şoreş Kobanê jî di wê pevajoyê wekî ciwanên Kobanê di wê şerî de cihê xwe girtin û ji ajansa me re behda wê pêvajoyê kirin.
Kendal Kobanê: Ji ber morala û keda hevalên me Kobanê neket
Imad Bozan bi navê tevgerî Kendal dema şer despê kir jî cihê xwe di nava ciwanan de girtîbû û di nava şerê Kobanê dabû heta ku birindar bû. Imad Bozan bi ajansa me axifî û şerê Kobanê bi çavê ciwanan de behs kir û got:
“Navê min Imad Mihemed Bozan, di nava hareqet navê min Kendal ê. Çawa şoreş despê kir û şerê Kobanê min di nava ciwanan de cihê xwe girt. Şer di gûndên Kobanê despe kir û hatiyê nezî bajêr. Em jî diçun Navenda YPG û me silahên xwe girt. Piştî me silahên xwe girt, em her kesî cihê xwe girt û hevalan bi me re niqaş kir çawa em şer bikin. Ji ber me pir şer nisanî bû, tecrubeya me şer tine bû.
Hevala Zinarîn hebû, heval Rojda hebû, heval Şiyar bû, pir hevala hebû wek Dilsoz Efrîn ji hebû. Heval bi me re civin çedikirin û me pir tecrubê ji wan girt. Berê ku şer dikeve bajarê Kobanê heval ji me talîmat didan û gotin ‘biçin Miştenûr’ û çi mal hebû me bihevdura bi baljoz (1:27) kun kir. Ez û Şehîd Abbas, Heval Amer, Heval Sadîq bûn. Grûpê me nezî 15 kes bûn, ama em tîm tîm pêş da derketin heta em gihişten jir Miştenûr. Dema şer gihiştiyê Miştenûr em bi xwe Miştenûr bûn.
Daîş pir zede êrîşî me kirin, bi tankan û topan. Lê morala me, taybet aliyê ciwanan bilind dibû. Tevî çiqas wan tankan û topan hatin ser me, deste me de tene keleş û bombeyên desta hebû. Bes morala me zede bû. Dema şer despê dikir, taybet keçan digotin em ê herin. Me moral gel hevalan jin digirt û me jî go em herin, ew jî gotin em herin. Me her yek xwe didan peşî yekî.
Dema çete ketin di nava bajêr, şerê bajar di nava kolanan de çebû. Silahên wan pir giran bûn, me jî xwe vedişart, ew nezikî me dibûn û keleşê me ser wan haqîm bûn. Li gorî silahên xwe me dikarîbû bersiva wan bida. Ew ji dûr ve tankan avetin ser me, ji ber hemû silahên wan giran bûn. Me jî bi xwe tu car wan silahên nedît, tecrubeya me wan silahan ninbû. Lê dema ku şer disekinî, me moral çedikir, rastî morala me pir bilind bû.
Wan hevalan ku Şehîd diketin bala me nerîn, lazime em xwîna wan jî di erd ê nehelîn. Em rêya wan bişopinin. Çiqas em behs bikin ser şerê Kobanê hindik ê. Em nikarin behsa wan Hevalan ku di nava we şerê de ked didan bikin. Ji ber çiqas tu dibejî jî hindikê. Wek Şehîd Dilsoz bû, wek Şehîd Gelhat, me gel wan hevalan pir moral digirt. Hevalên me ku di we wergeh şehîd ketin pirin, em nikarin bînen ser ziman yek bi yek.
Dema ku şer despe kir em Miştenûr derketine jir, le hejmara çeteyan pir bû. Ji ber we me mejbûr man çepeyan berdidin heya em gihiştine çepeyekê ku me dikarîbû hikme xwe ser wan çebikin. Dema ku me şûnda wegeriyan 48’dan em derbasbûn em hatin nezî Tiler bû, şera Tiler, şera Ekspres, saha Azadî ê sinaa. Êrîşê wan pir zede bû, digotin ‘Kobanê ket, Kobanê ket’ lê Kobanê neket. Ji ber çi? Ji ber Morala hevalê me û keda hevalê me ku tu carî nayê ji bîr kirin. Taybet dema hevalên me li çiyayên derketin û me pir alikarî didan. Eger ew nebibana, em tine bibana. Quweta me herî ser bilind, gerîlayên me serî çiyayên.
Erdoğan derket Televisyon û digot ‘Kobanê bikeve, îro bikeve’ lê nebû, ji ber hevalên me bû.”
Şoreş Kobanê: Li şerê Kobanê her kes bi rihê Apoyî cihe xwe girt
Şoreş Kobanê jî wekî endamekî kevn ya rexistinê beşdarî wî şerî dibû. Şoreş bi tecrubeya xwe ya şer li Qendîlê girtî bû û ji bo çepheya taxa Xerbî berpirsyar dibû.
Şoreş Kobanê bi ajansa me ser şerê Kobanê axifî û got:
“Despêke em ji silav û rêzen xwe ji Serok Apo û ji gerîlayên li sere çiya dişînen. Dema em werin ser şer em despêke de dibejin, di we rexistinê de me di nava şer de pir cih digirt. Min bi xwe li Qendîlê di 12 salan berê de şer kir, ez jî salekê çem Serokatî dimam. Dema şere Rojava tûndî bû ez jî we şerê beşdar dibûm. Te di şere me Tilbed bigre heya şere me gihişt Kobanê, li Kobanê heya Beteqla, heya Minbic bû. Li Navendên din wekî Reqa û wekî Dera Zor em beşdarî wan şeran giştî bûn.
Şere me Kobanê di nava rexistin bi xwe cûda bû. Li Kobanê berxwedanekê herî mezin çebû. Di şere Kobanê na tene keç û xortan, pîr û kalan jî beşdar dibûn. Görev ketî ser milê her kesî û her kesî di şerê Kobanê de cihê xwe girt. We çaxê rihekî Apoyî despê kir û ev rihê Apoyî te de cih girt. Di şerê Kobanê de ez bi xwe berpirsyarê çepê Xerbî giştî bûm. Ji ber ku me berê perwerde dît û em di we rexistinê de kevn bû. Dema we berpirsyarî ketiyê ser milê me, me li hemberî dijminekî hov me bi berxwedanî şer kir û em ser jî ketin. Lê gelek hevalen me, hevalen me herî nezikî me, gel me jiyana xwe jî dest dan. Tu carî me nexwest tola hevalên xwe şehîd li erd ê bihêlin û heya noqta xwînê canê me de jî heye em ê silaha wan li erd ê nehêlin.
Lê komplo navnetewî despê kir, şerê me şerê navnetewî bû, na tene Daîş bû. Çi milê Bakûr da be, çi ji Rojhilata Navîn de be, her kes beşdarî wî şerî bû. Li berxwedaniya Kobanê me gotibû Kobanê tu carî nakeve, hevalên me kevin, desta bilind jî we dan xuya kirin û gotin ‘Kobanê nakeve’ û neket jî.”