NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Aydin û Kutahyayê 3 çalakiyên şewitandinê pêk anîne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em kesên li metropolên Tirkiyeyê di dilê wan de hişmendiya netew û zanebûna dijmin heye, yên ku li hember bomberdûmana dijmin a li ser çiya, deşt û bajarên Kurdistanê ketin çalakiyê û agirê Tolhildanê pêxistin silav dikin”
Daxuyanî wiha ye:
EM YÊN KU LI AYDIN Û KÛTAHYAYÊ TOL GİRTİNE SİLAV DİKİN
Welatparêziya ku veneguhere çalakiyê, li dijmin nexe û bi însiyatîf tevnegere; Yên ku tola dizîya dewlemendiya welatê me negre, bi derbe li aboriya faşîstan nede em dizanîn ku wê bikeve xizmeta dijmin.
Yên ku bê talîmat li Aydın û Kûtahya’yê tol rakirin sembolên hişmendiya neteweyî û welatparêziyê ne. Em wan kesên ku li metropolên Tirkiyeyê di dilê wan de hişmendiya netew û zanebûna dijmin heye, yên ku li hember bomberdûmana dijmin a li ser çiya, deşt û bajarên Kurdistanê ev çalakî kirin û Agirê Tolhildanê pêxistin silav dikin.
Hûrgulî;
Di 16.07.2024an de li Aydin Astim’ê 1 tesîsa vezîvirandinê hat şewitandin.
Di 20.07.2024an de li Aydin Încîrliovayê tesîseke hişkkirina 2 qatî şewitî.
Di 21.07.2024’an de li Kûtahya OIZ’ê kargeheke plastîkê hate şewitandin.