ŞENGAL- Li Medresa Sor a Şengalê, li ser esasê salvagera 10’emîn a fermana li ser gelê Êzidî hatiye kirin, çalakî hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Jinên Ciwanên Şengalê û Stiya Nexşa (komîteya çand û hûner xweser a Şengalê) hat rêxistin kirin. Gelek jinên ciwan û endamên TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî) di çalakiyê de amade bûn.
2014’an de ji aliyê çeteyên DAİŞ’ê ve êrîşen hovane liser jin, zarok, dayîk û ciwanên Êzîdî hate kirin. Bi vê çalakî jinên ciwanên Şengalê berxwedanê mezin ku li hemberî qirkirina gelê Êzidî meşandine û di encamê de gihiştin şehadetê bi bîr anin.
Çalakî bi pêşengeha wêneyan ji bo bîranîna şehîdên fermanê destpêkir. Van sûretên di heman demê de trajedîya fermanê û tekoşîna qehremanîya jinên dijî DAİŞ nîşan dide. Bîranînên ji fermanê yên jinên ciwan hatin nivîsandin û li dîwaran hatin daliqandin. Piştî çend axaftinan ji dayikên TAJÊ, Stiya Nexşa şanoyekê pêşkêş kir.
Çalakî “Jin Jiyan Azadî, bimire xiyanet!” bi dawî bû.