REQA- Di şahiya doh li stadyûma bajêr hatiye lidarxistin de, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl, leşkerî û Meclisa Rêveber a kantona Reqa, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.
Di şahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqa Meşleb El Tirkan salvegera şoreşê pîroz kir û got: “Em salvegera Şoreşa 19ˊê Tîrmehê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên Rojhilatê Navîn pîroz dikin. Em bejna xwe li hember şehîdên xwe ditewînin û mîmarê neteweya demokratîk Rêber Abdullah Ocalan silav dikin.”
El Tirkan wiha domand: “Divê em destkefityên xwe biparêzin û agirê meşaleya li Kobanê hatiye pêxistin bilind bikin û serdema xwe vegerînin serdema şoreşa jinan û bi hev re em dagirkeriyê têk bibin, tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin.”
Dûre berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa Buseyne Ebdo axivî û got: “Rola jinan di serkeftin û pêşketina şoreşê de aşkera bû. Şoreşa 19ˊê Tîrmehê bi pêşengiya jina azad şoreşa demokrasî, azadî, wekhevî û jinûve avakirinê ye.”
Çalakî bi pêşkêşkirina stranên ji hêla endamê navenda çandê hunermend Ehmed El Omer û koma Palmêra ya Hîlala Zêrîn û koma Helebê bi dawî bû.