STENBOL – Hate hînbûn ku Rêber APO û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên 40 meh in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê agahî nayên girtin, 3 meh nû qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn. .
Dadweriya Înfazê ya Bûrsayê bersîv serlêdana parêzeran a ji bo îfadeya malbatê da. Dadgehê diyar kir ku di 4’ê Tîrmehê de ji aliyê Serokatiya Lijneya Disîplînê ve li Rêber APO û girtiyên din “cezayê dîsîplînê” hatiye dayîn.
Di biryarê de sedema “cezayê dîsîplînê” nehat diyarkirin. Daxwaza parêzeran a agahî û belgeyên têkildarî dosyayê hatin redkirin. Parêzeran ji bo biryara “cezayê dîsîplînê” serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê bidin