BEHDÎNAN– Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, gerîlayên azadiyê li Xakurkê helîkoptereke artêşa Tirk a dagirker xistiye xwarê.
Helîkoptera ku li Girê Şekîf hatibû derbkirin, li Geliyê Reşê ket.
Gerîla li Xakurkê li helîkopterekê xist, helîkopter beriya ku bikeve dûr ket. Lê nikarîbû xwe ji ketinê xelas bike. Gelî ji bo ketina helîkopterê ya li Geliyê Reş neyê belgekirin ji raya giştî re hat girtin. Tê payîn ku HPG li ser mijarê daxuyaniyekê bide.