FILÎSTÎN – Ciwanên enternasyonalîst û sosyalîst ên li Swîsreyê dijîn herî dawî ji bo pişgiriyê çûn Filistînê. Ciwanan li wir ku 12. salvegera şoreşa Rojava pîroz kirin, bi rakirina alên TEV-DEM û Filistînê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Ciwanan pankarta “Ji Palestîn heta Rojava: Bijî cenga azadiya gelan! Bijî hevgirtina gelan!” û “Ji Rojavayê Kurdistanê re” vekirin û ji Filistînê Şoreşa Rojava silav kirin û Pêngava Çekdarî a PKK’ê ya 15’ê Tebaxa 1984’an pîroz kirin.
Daxuyaniya çapemeniyê ya ciwanên enternasyonalîst û sosyalîst wiha ye;
“Em weke enternasyonalîst û sosyalîst salvegera şoreşa 12’emîn li gelê Kurd û gelên Kurdistanê yên leheng pîroz dikin, ji Rojavayê Urdunê û tevahiya Filistînê ku di bin dagirkeriya dewleta şiyonîst de ne, hemû şoreşgerên Rojava û çiyayên azad ên Kurdistanê silav dikin.
SILAV LI BERXWEDANA ROJAVA
Tam 12 sal berê di berxwedaneke dîrokî de, milîsên gelê Rojava li dijî rejîma Esed a metînger serî hildan. Jinên Kurd pêşengtiya vê şoreşê rabûn û bi berxwedaniya qehremanî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê karîbûn herêmê rizgar bikin. Ji wê demê ve avakirina demokratîk û Şoreşa Jinê ya li Rojava bûye agirê têkoşîn û berxwedanê yê geş li dijî projeyên metînger ên modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn.
Em ê îsal jî 40. salvegera destpêkirina têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ya 15’ê Tebaxa 1984’an û bi vî rengî salvegera serdemeke dîrokî pîroz bikin. Pêvajoya berxwedana çekdarî û şoreşgerî ya ku li ser esasê desteka berfireh a gelê Kurd ve hatiye avakirin, wê weke berxwedaneke dîrokî di dîroka têkoşîna li dijî emperyalizmê ya cîhanê de cih bigire.”