ŞENGAL- Jinên Ciwanên Şengalê, ji bo bîranîna fermanê 3’ê Tebaxê 2014, çûn serdana gorê komî ya li Solaxê. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehidên fermanê 74’ê ku hat ser gelên Êzidî, jinên ciwan gul danîn ber bîrdariya gorê komî ku wekî “gora dayikan” tê zanîn. Li vê derê deh sal berî, nêzîkî 90 jinên Êzîdî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Ev gorê komî tenê yek ji dehane ku hatine dîtin û tenê çend ji wan hatin vekirin.
2014 bi îxaneta PDK li Êzidî di destê DAÎŞ’ê de hatin qetilkirin û hezaran kes jî hatin revandin. Niha bi şiklekî cuda dixwazin civaka Êzîdî tine bikin û roja îro de êrîşên dewleta Tirk a dagirker berdewamiya fermanê ye. Her roj pêşengên civaka Êzidî hedef tên girtin. Jinên ciwa bi serdana li Gorê Komî ya Solax, dixwazin bibin bersiv ji êrîşên ser civaka Êzîdî re.
Jina ciwan bi navê Hebîde di derbarê vê bîranînê axivî û got, “Em wek jinên ciwan hatine li ser gorên kom, ji ber ku nêzî 3 Tebaxê bûye. Civaka me Ezîdî ji bo vi rojê dibêje rojê reş. 3 Tebax salvegera fermanê ye. Niha jî gelek hestiyên me di bin van goran de veşartine. Ev gorên ku hatine vekirin jî rê kirine Baxdayê û heta niha em nizanin ev kes kîne. Em dema tên vêderê em dibînin ku çî serê Ezîdiyan hatiye.”
Jina ciwan bi navê Sara jî di derbarê serdana xwe ya li Gora Komî de van xususan diyar kir; “Em îro wek jinên ciwan hatine serdana gorên komî bikin. Ji ber ku 2014’an de me gelek şehîd vir de dan. Keç û dayikên me vir şehîd ketin. Heta niha hestiyên wan veşartîne. 10 sal li ser fermanê derbas bû û heta niha me jibîr nekiriye. Ev roj rojekî reş e ji bo Ezîdiyan û heta em sax bin em jibîra nakin vi rojê. Em dizanin kî Ezîdî firotin û kî ixanet kir, ji ber vî hezaran keçên me dayikên me di destê DAIŞ’ê de ne. Heta niha me hestiyên hezaran şehîdên xwe neditiye. Em hatine vir ji bo ku em ew roja fermanê bîr binin em jibîr nekin, ew rojekî gelekî nexweş bû.”