BEHDÎNAN – Gerîlaya Azadiya Kurdistanê li dijî xiyaneta Barzaniyan di nava berxwedaneke mezin de ye û li Başûrê Kurdistanê roj bi roj polîtîkayên xwe yên şoreşgerî zêde dike. Rojnameger Dîlara Nurhaq ji JIN TV re diyar kir ku çawa dewleta Tirk a faşîst bi berxwedana Gerîlayên Azadiyê têk diçe.
Tevahiya axaftinê wiha ye;
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser xaka Kurdîstanê çiyayên Kurdîstanê berdewam dike. Herî dawî êrîşên xwe ya 16 Gulanê li ser qada Metîna û piştê wî jî 3 Tirmehê êrîşên xwe yên li ser qada Zergelê û Girê Bihar hewl dide bi wan êrîşên xwe bi taybetî li ser qada Başurê Kurdîstanê de berfireh bike û belav bike. Jiber ku armanca dewleta Tirk bi van êrîşên xwe ne bi tenê xilaskirina Tevgera Azadiyê ye, armanca wan ya esasî her berhemekî bi navê Kurd û Kurdîstanê ye her cihêkî ku dewleta Tirk bi van êrîşan berê xwe dide ye de bi rastî di talan û qirkirinekî pir mezin de derbas dike. Dagirkeriya Tirk bi van êrîşên xwe ve heta niha 200 zêdetir gund û gundewarên Kurdîstanê di qirkirinekî de derbas kirine, şewitandine, araziyên derdora wan şewitandine. Gelek niştehiyên wan ku di van gundan de jiyan dikin di encama bomberdimana dewleta Tirk de gihiştine şehadetê. Herî dawî jî nasnameya niştecehekî gelê Şeladîzê bi navê Îsmet Riştî Retanî hat parvekirin. Dîsa di encama bomberdimana dewleta Tirk a dagirker de gihişte şehadetê.
Ango em dikarin bibêjin taybetî xeta bajaroka Şeladizê, Deralûkê, Amediyê û gundawarên derdorê wî 24 saetan di bin bomberdimana dewleta Tirk a dagirker de ye. Li ser van heraman 24 saetan balafirên wan yên keşfê digerin. Agahî henin ku delweta Tirk a dagirker li ser sinûrên Serzerê de 24 saetan sewkiyatên leşkerî dike û ber bi van hereman ve konvoyan derbas dike. Konvoyên zirhli, konvoyên bi teçhîzatên leşkerî… Dîsa gelek rêkên ku diçine gundên ku nêzî heremê gerîla lê dimîne rêkan çêdike û amadekariyên êrîşên berfireh dike. Her wiha planên xwe yên dagirkirina heremnên gerîla berdewam dike. Ne tenê dagirkirina qadên gerîla dewleta Tirk dixwaze wv gundên ku niha me anî li ser ziman bi dorbeçkirina van hereman ve dixwaze van deran bixe bin desthilatdariya xwe de. Ji xwe gelek dîmen di medya ya civakî de jî hatine parvekiri; dewleta Tirk a dagirker ev cihên ku niha me anîne li ser ziman tabaleyên xwe datîne û serî jî dinîvisine sinûrên Tirkiyê qedexeye derbasbûyin û yên ku derbas dibin jî leşkerên Tirk nasnameyên wî kontrol dikin. Bi vi rengî dewleta Tirk a dagirker bi avayekî obejektiv van cihan dixwaze bi fermî bixe aîdên xwe û li gorê vî jî tevdigere. Em dikarin bêjin ku li ser xaka Kurdîstanê dewleta Tirk bi awayekî xwe xwediyê wî dide nîşandan. Bêguman gerîlayên azadiyê Kurdîstanê û di serî de gerîlayên YJA-STAR li hemberê van êrîşan û li hemberê van politikiyan û vê siyaseta dagirkeriyê bêdeng namînin. Rojane bi rojane di nav çalakiyê de ne. Çalakiyên xwe yên di qadê hawayî de, di qadê bejahî de berdewam dikin. Tabetî Yekîniyên Şehîd Doğa Zinar û Yekiniyên Şehîd Axîn Muş û herî dawî jî 4’ê Tirmehê, 15 Tirmehê gelek rêzeçalakiyên bi bandor ji aliyê wan ve hatine li darxistin. Ango teknîka dewleta Tirk a dagirker; bi balafirên wi yên keşfê ve, bi helikopterên wi ve, baragahên dewleta Tirk di leşkerên tê de her tim di hedefa gerîlayan de ne. Ji xwe ragihandina HPG di daxuyaniyên xwe yên rojana de encamên gelek çalakiyên encamgir ya gerîlayan parvedike. Dîsa bi dîmanan pişterast dike. Ev dîmenên ku tên weşandin jî pêwiste were zanîn ku gerîla bi zanebûn dike; ji bo deşîfrekirina politikayên veşartinê, politikayên xepandinê ên ku dewleta Tirk dike da ku gelê Tirkiyê pê bi xapîne û bide nîşandan ku û ew pir serkeftî da van hereman de serkeftî pêş de diçe, da ku mirina ew leşkerên xwe yên ku vedişêre, genaralên xwe yên vedişêre, gerîla bi keydikirina xwe bi van dîmenan û weşandina van dîmenan deşîfre dike û plan û derewên dewleta Tirk a binkeftî ji rêya giştî re nîşan dide.
Ango em dikarin bipişterastî bi şopandina xwe ya li qadê van bibêjin; tarzê gerîla ya gerîlayan bi pêşengtiya gerîlayên YJA-STAR de hiştiye ku planên dewleta Tirk a dagirkirina van xakan vala derxist.
Êrîşên xwe yên dagirkirina xakên Başurê Kurdîstanê di 2016’an yan ve destpêkiriye. Ev dibe 7-8 sale ku dewleta Tirk di vê heremê de gefan dixwe, û di xwaze bi operasyonên xwe ve biçe encamekî. Bi tenê li qada Rojavayê Zapê, arteşa Tirk ev 3 sal e bi teknîka di destê xwe de di van heraman de alîki maye. Agahî henin ku dibêjin gelek korucî û leşkerên dewleta Tirk îstîfa kirine. Gelek leşkerên wi li xwe didin, întixar dikin di van qadan de. Ev jî çî dide diyarkirin; ew kes bêencamayîna vi şerê dibînin. Binkeftina xwe qabûl dikin. Ji ber ku bêçarene li hemberê desthilatdara xwe rêka ku hildibijêrin jî ev e. Îstifa dikin, sîlah datînin, an jî diçin întihar dikin.
Dagirkeriya Tirk bi politikayên xwe yên şerê taybet bi rêya medya xwe ya derewan li ser van tiştan digre û ji bo ku newe deşîfre kirin agahî hene ku bi sedan çeteyên bi navê El Nusrayê, çeteyên DAIŞ’ê derbasê heremên Başurê Kurdîstanê kiriye. Dewleta Tirk ji bo ku biçe encamekî texlûkeyên ewqas xeternak dide berçava. Tê zanîn beriya niha Başurê Kurdîstanê rûbrûyê êrîşên rexistinên terorî hatiye. Dîsa wî demê yên ku çûn wan xilas kirin gerîlayên Azadiya Kurdîstanê bûn. Niha dewleta Tirk a dagirker ji bo ku plana xwe ya dagirkirina xaka Başurê Kurdîstanê de biçe encamê û da ku binkeftina xwe ya li van axan bide veşartin serî rê û rêbazên ewqas bi texlûke dide. Bi vi rengî dixwaze çeteyên ewqas bi texlûke û para xwe ji însaniyetê negirtine dûbare bi zindî bike. Dîsa bi vi politikiya xwe bi hevkariya PDK bike. Hewldanê wî ewe ku hezên PDK bi awayekî aktî fbixe di nava şer de û here pêş di van planên xwe de. Mixabin xeta hevkar bala Barzanî jî di van planan de heya dawî rolên xwe yên îxanetkar dilêze. Agahiyên ku dawî de hatine ew ketine di nava provakasyonên bi texlûke. Gundê ku jêre dibêjin Sermizê dîsa li heremê Barzanê grubên kontragerîla, ango leşkerên Tirk ên bi cilê gerîla hatine dîtin û piştê wî peşmergeyên di nav wan qadan agahî wisa belavkirine ku ev gerîlane û bi niyetin ku êrîşên peşmergeyan bikin. Bi vî awayê dixwazin biçin avakirina henik provakasyonên bi texlûke. Ev jî diyar dike ku hezên PDK bi awayekî aktîf dixwaze bikeve di nava şerên dijî gerîlayên Azadiya Kurdîstanê. Em dikarin vi zelal binin ziman ku mala Barzanî ji bo ku berjewendiyên xwe yên aşirî bidest bixe heremên ku dewleta Tirk a dagirkêr dixwaze bidest bixe firotiye. Hevpeyman di navbera wî û dewleta Tirk a dagirker de heye û dibe ku vî nikare ji rêya giştî re parvebike lê niha tiştên ku li ser rûyê erdê tê jiyankirin ev e.
Beramberê van êrîşên dagirkeriyê gerîlyên azadiya Kurdîstanê di bin pêşengtiya hêzên YJA-STAR de ji bo giştî xakên Kurdîstanê û taybetî niha ji bo xaka Başurê Kurdîstanê, nirxên wi, cavaka wî, xwina şehîdên ku hatiye rijandin biparêzin di nava şert û mercên herî zexmet ên demsalê de, di nava derfetên herî kêm de berxwedanî û tekoşînekî pir mezin raber dikin. Hêza xwe çalakiyê bê navber berdewam dikin.
Ji bo ku ev tekoşîn bigihije encamekî bi awayekî awarte bi giştî gelê Başurê Kurdîstanê û hemû gelê Kurdîstanê bikevin di nava helwestekî pir şênber û radîkal li hemberê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser van xakan û taybetî jî li hemberê ev xeta hevkar ya ku mala Barzanî temsiliyeta wî dike ciwanên Başurê Kurdîstanê dikarin bikevin di nava tevgerînekî bi bandor. Ew xwediyê wî xakê ne. Xwina ku we rijandiye, bedelên ku we daye deh qatê bedelên ku mala Barzanî dayine. Mil dayîn milê gerîlayên Kurdîstanê, tamamkirina tekoşînê bi seknekî wiha radîkal bi vê zanebûnê, bi vê nezîkatiyê tevgerandina gelên Başurê Kurdîstan, ciwanên wî û bi giştî gelên Kurdîstanê xwedî girîngiyekî pir mezin e û encamên pir mezin jî bi dest bixe.