NAVENDA NUÇEYAN- Ji Pênûsa Berîvan Şengal: Şengal- Sembola berxwedanek herdemî ye
“Di nava mirovahiyê û tevahi vegotinên yan ĵî şiroveyên dirok, destan û çîrokan de lêgerîna azadiyê, wekheviyê û qenciyê tê kirin. Lêgeriyan û li ser venebûn. Destan, çirok û mitolojiyên wek promotheus, teyrê sîmurg, şahmeran hwd. nişaneya vê ne. Halbukî ew bihûşta kû ewqas lêgeriyan li ser axa kû lê jiyana dikirin, nivenga toros û zagrosan, kevana bi bereket bû. Piştî kû xwedayên bi maske agir ji însanan wergirt, dest bi lêgerinê azadiyê kirin. Bi rastî jî dema mirov li ser difikirê lêgerîna xwebûn û azadiyê di hemû mirovan de heye. Lê gelên kû hatine bindestkirin û xwedanê rast yê jiyana azadin, bihûşta li ser erdê axa rojhilata Navîn nedidîtin. Rojhilata navin mosaikek hezarrengî û wek hinarek sor herkes di nava xwe de hewandî ye. Bi cihêrengiya xwe xweşik bû. Bi xwe derguşa mirovahiyê ye, çavkaniya civakbuyînê û jiyanê ye. Iro ji ev herema kû bênavber di nava şerekî de ye û bi taybet bi avakirina netewdewletan de hewldana xerakirina vê mosaîkê hat hedef girtin û heya astekê jî veya pêkanin. Hişmendiyek netewperest û olpereste. Civaka kû bi hezaran salan bi hevre jiyan kir iro bi politikayên parçe bikê û bireve bibe zerara mezin da civakên rojhilata navin û di dorpêça bi hezaran sinorên hundirîn de hiştiyê. Herî zêde dorpêça fizikî û ruhî li Kurdistanê tê jiyan kirin. Em niha eger cografya rojhilata navîn binerin, bi sinorên kû piştî peymana lozanê hatin xêzkirin, dibînin kû du noqteyên giring hene. Yek di rastiya diroka kurdan de, kurdistan aliyê cografî de di navendê de ye û rolekî diyarkere. Eger em iro li Bakurê Kurdistanê şoreş pêş bixin ev wê bandora xwe li ser tevahiya Kurdistanê bike. Ji ber vê Bakurê Kurdistanê ji bo şoreşa Kurdistanê de mifteyek sereke ye. Ji bo rojhilata navîn jî herêma deşta nînova di çarçoveya hakimyeta avakirin li ser rojhilata navîn mifteyê duyemîn. Di vir de jî çima Şengal ewqasî xwedî rolekî misyonekî girînge tê fehmkirin. Çîyayê şengalê kû derdora xwe deşte, di sêkoşeya sê dewletan de ye. Ev ne belesebeb bû kû rejîma Sadam Hüseyin de fûzeyên xwe li beramberî Iran, Israil û welatên kû ji bo xwe wek tehlîke didît, li çiyayê şengalê bicih kir û bi vî rengî hertim tehdit dikir. Şengal wek çiya di sedsalên dawî de hat valakirin û gelê şengalê derdora tevahiya çiya de gund avakirin û bi cih bûn. Gelê şengalê ev politikayên zirav jî wek Ferman binav dikin. Di diroka şengalê de bi dehan Ferman û şer li ser ruyê çiyayê şengalê hat jiyankirin, lê civaka êzîdi li ser xaka xwe ma, koçberkirin tecîh nekir, tucarî teslimyet qebul nekir. Ev giringe, lê aliyê din de tê dîtin kû hebûna xwe di aliyê fizîki de berdewamkirin ne têrkere. Civaka Êzîdî bê irade bû, bê hez ketibû. Darbe xwaribû ji aliyê hêzên desthilatdar, tifaqa êzîdiya parçe kir. Ev hemû nişaneyê xwe nerêxistinkirinê ye. Ji bo xwe biparêzê û ji dervê neyê rêveberîn pêwistiya xwe bi rêxistinkirinê û derxistina pêşengê civaka xwe heye.
Me destpêk de anîbû ziman belkî pir kesan heya fermanê dengê û navê şengalê nasnedikir. Di salan 2007/8 de kriza aborî li tevahiyê cihanê hat jiyan kirin û Taliban di peşengtiya Binladên de xurt û bi bandor bû. Şengalê jî di aliyê jiyanê de bi aborîya ji dervê xwest xwe birêve bibê. Ji serîkî ve kuştin failên meçul pêş ketin. Politikayên çavtirsandin û terbiyekirin bi birçîbûn lî pêş de bun. Wê demê jî, 14 Tebaxê 2008 li du gundên şengalê teqinek pir mezin çebû. Di van teqînan nezî hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birindar bun. Ji bo “tedawî” dişandin nexweşxane, lê venegeriyan, bi dehan kesan aqubeta wan nediyare Ev erîşa we demê ne ji rêzê bû, du aliyan de nezî şengalê de bûn yek. Civaka şengalê di aliyê siyasî de heya şikestina rejima sadam giredayî partiyên iraqê bu. Beramberî civaka êzîdi politikayên bi vî rengî, li şengalê bi imkanê madiyet terbiyekirin û bi vî rengî bi xwe ve giredidan. Gelê me yê şengalê di wê pevajoyê de beşek mezin ji sadam huseyin hezdikir, ji ber kû xwe bi ewlê didîtin. Di aliyê nasname de jî kurdbuyînê qut dikir, xwe wek iraqî penasekirin. Ji ber digotin : ” Ew me wek êzîdî qebul dikê û diparêzê”. Bajarê şengalê belkî di salên dawî nav û dengek xwe hebû, belki bi awayekî seranser me dizanîbu ku şengal li başurê kurdistanê ye û nezî niv milyon gelê me yê ezidî li wir jiyan dikê. Rêber Apo di Notên hevdîtînê xwe yê çileya 2008 xeteriya li ser şengal anibû ziman. “Pêwiste şengal werê parastin” Di vê pevajoyê şerê iraqê bi dijwarî hîn berdewam kir, iraq hilweşiya bû, Al-qaida di şeqsê Osama Binladen gefên li delwetên emperyalist xwar û tevahiya cihanê de qeyrana aborî hebû.
Civaka Êzîdi ya li şengalê di aliyê bajar de bi hezaran salan li wir jiyan kiriyê û beramberî êrîşen derve heya astekê xwe di aliyê fîzîkî de dikarîbu biparêzê. Pergala civakê aliyê xwe de aşîretin. Aşîretin mezin kû di demên cuda ji bakûrê Kurdistanê koçberbun. Di pevajoya fermanan de Konfederasyonên Aşireta jî hêbûn û hîn jî hene. Konferderasyonên mezin sisê ne: Xwerka, Ciwana û Feqîr. Ev Aşiret hîn jî bi bandorin. Di aliyê zihnyet de û birêvebirin şengal hemû hêzên kû hatin şengal bi politikayên xwe bandor li ser gel kirin û bi madiyet, xistina nava artêşê, desthilatdarî parvekirin rêxistinkirina serokeşîran hedef girtin.
Ji bo şengalê pevajoya piştî ferman kû 3. Tebaxê 2014 çebû di diroka êzîdiyan de rupelekî nû ye. Êzîdî herî zêde li şengalê ye û niha wek navende. Beşen din yê civaka êzîdî mina nokên ku tû li kevir bixê li tevahiya dinyayê belav bun. Civaka Êzîdî rastî 72 Fermanan hatiyê û bi qetliyama dawî re 73 Fermane. Li Êzîdiyan di dîrokê gelek ferman çebûn, fermanên piranî ji waliyê musil yan jî ji waliyê stembolê hatin dayin. Li tevahiya Kurdistanê civaka êzîdi ji ber baweriya xwe hatiye qetilkirin û her car bi hezaran jinên ciwanên êzîdî hatin revandin, li bazaran firotin, hatin kûştin yan jî tecavûz kirin. Di hafizeya civaka êzîdî şopên fermanan kûrin. Herî zêde Jina Êzîdî bû hedefa sereke. Jina êzîdî tucarî teslimyet qebul nekir û xwe ji zinara avêt xwarê ji bo kû nekevê destê dijmin. Jina êzîdî xwedî hêzêk cewherî û xurt, hêzêk tekoşinek veşartî ye. Di nava xwe de xwe parastî ye, lê bêhêz û irade ketiye. Hêza xwe ya tekoşinê nikarîbû birêxistin bikê. Di Jiyanê de sirren jiyanê derbasî keçan dikir û bi vî rengî hebûna xwe diparast. Xwedavendê xwe yê Jin hene. Xatûna Fexran yek ji wane, heya roja me ya iro jî tê bibîranîn û rojî ji bo wê te girtin.
Fermana 3 Tebaxê 2014 kû ket dehemîn sala xwe li ber çavê hemû cihanê hat jiyankirin û ev roj mirina mirovahiyê binav bikê. Yê kû rumeta mirovahiyê parast tevgera azadiyê bû. Gelê Ezîdî herçiqas Heval nasnedikirin asinda di qewlên xwe de behs wan kirin. Di qewlan de pêşdîtinên civaka êzîdî veşartî ne. Yek ji wan jî ew bû kû wê fermanek çebibê û arteşek bi cilê reş tê û beramberî wê arteşek kû jin û xort hene, bi gotina şengaliya “ceheşekî bekir” wê werê xelasiya wan. Rojekî mina komplya navnetewî li ser Rêber Apo ji bo civaka Kurd giran bû. Gerilayên HPG û YJA-Star bi ruhekî fedayî ber bi çiyayê şengeliya beziyan û ketin cenga parastina rumeta mirovahiyê. Cara yekem navê Heval bihîstin û bi dehan pitikên şengalê navê wan bû Heval. Cara yekem ruyê civaka êzidî bi resmê Rêber Apo ket û di kêliyên herî zêhmet de li gel civaka êzîdî bûn. Ev girêdanbuyinek bêdawî avakir. Gerilayên HPG û YJA-STAR di çileya havînê ya şengalê dilopa avê bi zarokên şengalê par kirin û di vekirina korîdora ber bi rojavayê Kurdistanê ve bi hêzara kesan ji fermanê xelaskirin. Herçiqas birînên civaka êzîdî kûr bûn, hestirên kû çavên civaka êzîdî zuha kiribûn jî, di bin fermandariya Şehîd Egîd Civiyan de bawerî û hevî ji nû de qezenc kirin û eşa xwe veguherandin hestên tolhildanê. Avakirina YBŞ û YJŞ destpêka tolhildana hemû fermanên li ser civaka êzîdî bû. Her şervanekî YBŞ Û YJŞ ji bol tolgirtina jina êzîdi soz xwe da.
Şengal pevajoyên giring di heft salêtn dawî de jiyankir. Di sê salên despêk de bi hamleyên di asta leşkerî kû heya 2017 dewam kirin û tevahiya Şengal û gundewarên wan ji çeteyên DAIŞ ê hatiyê paqijkirin. Helbet mina rojava li kêleka şer xebatên avakirinê destpêkirine. Li ser esasê rehenden Netewa Demokratik fikir û ramên Rêber Apo li şengalê rastiyek jiyanê heye. Li gund û bajaran komin û meclisên xwe avakir, arteş YBŞ û YJŞ hatin bihêzkirin. Gelê şengalê veidgerê cih û warê xwe. Aliyê din de ewlekariya hundirin, aborî, tendurustî, jin û ciwan xebatên giring tên pêşxistin. Ev hemu ji nişanên şenber ye pergalek reveberiya xweserin. Ev jî ji aliyê hêzên herêmê û hêzen emperyal wek xeteriyek mezin tê dîtin. Bi weqfên navnetewî yê hêzen derve di aliyê fikirî de xwestin xwe ji nû de li şengale bicih bikin. Peşengtiya vê KDP kir, mekteb avakirin beramberî dibistanê Meclisa Xwereveberiya Şengalê.
Herwiha di bin navê qaşo hamleyên beramberî DAIŞ ê Pêşmergeyê Roj, Mit û Çeteyan xwestin xwe di xanesorê bicihbikin û Rojava û Şengal ji hevdu qutbikin. Sekna Rêveberiya Şengal 3.3.2017 de beramberî hatin peşmergeyên Roj helwestk tund nişand û di şerê kû hatin bi sekna YJŞ/YBŞ û taybet dayikên Şengalê ev erîşen dagirkeriya dewletên hegemon têk birin. Dewleta Tirk di mijara şengal destpêk rasterast êriş nekir, niha veya vekirî dikê û bi hinceta li şengalê PKK heye. Ji vê demê şunde edî Konsept xespkirina iradeyê şengalê pêş ket, erişen hewayî, li aliyê din de taybet peşengên civak êzîdîi hatin şehidxistin. Şehadeta Heval Zekî şengal, Zerdeşt Şengalî, Dijwar Feqîr hedefên bi zanebûn û hilbijartî bû. Bi veyekê dijmin dixwestin kû şengal ji fikir û ramanên Rêbêr Apo rêxistin dike dur bikevê. Lê di vir de civaka êzîdî gavêk paşve neavet û xwedî helwestên tûnd bû. Di komploya 9 Cotmeha kû wek peymana Bexda, Hewler û Tirkiyê tê naskirin bi awayekî şenber diyar dibê, eger gelê Êzîdi di pergala xwe bi xwe reveberinê de israr bikê, wê bibê hedef. Di vir de noqteyek giring çiye, yê kû di israr, parastina nirxan, radikal û bi pîvan tevdigerê Jinên Şengalê ne. Jina Şengalê ji fermana 2014 tespitkir kû wek jin pewistiya xwe bi parastin û rexistinbuyînê heye û di vir de di asta fehmkirina Rêber Apo de xwe pêşxistiyê û giredanbuyinek û baweriyek mezin ava kir. Di hemu pevajoyên kû şengal derbas kir, jina êzîdî bi sekna xwe diyarker bû û rolê peşengtiyê dileyist. Eger vir de jina şengalê wek hêzek dinamik xwe rexistin bikê wê teqez di hermilî de pêşengtiyê ji bo civaka êzîdî bikê û veya jî niha dikê.
Şengal girava Netewa Demokratik ya herî diyarkere. Di vê pevajoyê pêşiya me de jî wê hertim hewldana hebê kû Şengal bixin bin serweriya xwe û mina beriya fermanê gelê şengalê çawa kû bixwazin birêvê bibin. Gelê Şengalê çiqas êşêk mezin jiyan kir, lê belê ji wê xewa giran ya mirinê rabû. Di Şengalê de edî tovê fikir û ramanê Rêber Apo hatiyê çandin û bi ezdatiyê wek cewhera civaka Kurd, mina goşt û neynuk bû yek. Di vir de vekirina girekek Kor ya herî mezin ya gelê şengalê pêş ket, ew ji li beramberî ferman û qetliyaman de heza xwe ya parastina di hermilî de avakirin bû. Xakêk yan jî civakêk eger ji bo xwe tekoşin bikê, ne tenê wek civaka êzîdî, hemu civakên rojhilata Navîn bi şopandina û jiyankirin fikir û ramanê Rêber Apo, dikarê teqez hebûna xwe biparêzê. Bedelên mezin hatin dayîn û ji vê rojê û şunde jî wê werê dayîn. Konsepta valakirina şengalê encam negirt, gelê şengalê xwe rexistin dikê û wê xwedî li tekoşina xwe derkevê, xwedi li rêbertiya xwe derkevê ev jî wê teqez di peşengtiya Jin çêbibê. Di aliyê pergal avakirin bi taybet jin xwedî misyonek diyarkere, em dikarin bi awayekî zelal bejin pêşketina Jina êzîdî bi tevlîbûnên xwe teqez misogerbuyîna statuya şengalê ye. Edi tu kes nikarê rupela tekoşina şengalê ji fermanê ve ji nedîtî ve bibînê. Civaka Êzîdi edî ferman wek qederan nabînê û diroka xwe bi xwe dinivisinê. Jina Êzîdî pêşengê civakê ye û bi gotina Dayika Kinê kû heqiqetek bi lêv kir di şerê 2017 li Xanesorê ” Eger Mêr şer nekin em wek Jin amade ne û em ê şer bikin” Ev bîr û bawerî, biryardayîna kû qezenkirin pêşiya dagirkeran girtin. Ev heqiqet kû piştî fermana 2014 wê Jina Êzîdî bi fikir û ramanê Rêbêr Apo kû azadiya Jin di nava xwe de dihewînê xwe rêxistin bikê, şer bikê û heya azadiya Rêbêr Apo û misogerbuyina statuya şengalê tekoşin bikê.”