KOBANÊ – Dema ku şoreşa Rojava li Kobanê despe kir, rexistinbûyîna Ciwanan pir xurt bû. Taybet ciwanan xwe di aliyê çand û huner rexistin dikirin. Ali Îsa jî di beşa çand û hûner ya ciwanan de cihê xwe digirt û heya îro di aliyê çand û hunerê de aktîf e. Ali Îsa ji ajansa me re axivî û diyar kir ku “Rola ciwanan di şoreşê de serekê bû. Dema ku şerê DAİŞ di sala 2014’an de li herêma Kobanê rû da, ciwana bi banga serferberiyê re di her aliyê de hatin û xwedî li Rojava derketin.”
Axaftina Ali Îsa bi wî rengî ye:
“Navê min Ali Îsa, ez ji xelkê Kobanê me. Bi taybet ser karê şano disekinim û li Navenda Çand û Hunere mamostetiya zarokan dikim. Despêka Şoreşa me bi rihê ciwantî despê kir. Heta me bi şoreşa Kobanê despê kir di sala 2014’an de û berê wê jî rola ciwanan di nav şoreşê de çi bû?
Rola serekê ciwanan bû. Dema serferberî di 2014’an despê kir, bi ciwanan despê kir û bang li hemû ciwanan hat kirin. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ciwan li Kobanê xwedî derketin. Pir ciwan hebûn ku ji derve dihatin wek Ewropa, zimanê Kurdî nizanîbûn, ama rihêk ji cem wan hebû.
Hevalekê Jin li vir hebû navê we Necbîr bû, hat cem me, min wê re digot ‘Tu niha li vir çi dikî?’ digot ‘Ji bo Kobanê’. Ji ber vê min ji xwe re digot, saya wan kesan ku ji derve hatin, xwedî li Kobanê derketin, Kobanê wê teqez bi serkeve. Bi rihê ciwanan bi serbikeve û rastî jî bi rihê ciwanan bi serket. Piştî ku şer bajarê Kobanê despêkir ciwanan xeta yekemîn a şoreşe, a şer ji xwe re birin. Ciwanan şoreşger û ciwanan Rêber APO ji keleka YPG û YPJ xeta xwe rastî heta şoreşe girt û şer kirin heta roja ku Kobanê rizgar bû.
Di we deme de rola keç û ciwanan rola serekê di hindir şoreşa Rojava de lîstin, taybet şoreşa Kobanê. Pir hevalên me hebû ku çeka xwe rakirin û digotin ‘emê bi hêza ciwanan bi ser kevin’. Piştî ku bajarê Kobanê rizgar bû, edî paqijiya derve despê kir. Diçûn milê Şerqî, milê Kûrbeta, milê Xerbî û ez ji hatim gel wan. Me dinerî despêkê ciwanan di nava wan de bûn.
Ji ber vê ez dibejim, eger ciwan di nav de tine bin, mirov bi xwe tine ye. Mirov bi ciwanan despê dike û bi ciwanan jî serdikeve. Naha emrê min 42 sale ama ez xwe ciwan dibînim û heta ciwan ji me heye emê şopdarê azadiya Rêber APO bin û heta em dikarin Rêber APO fîzikî jî di nav xwe de azad bikin. Ji ber vê helwesta ciwanan û ev jî xwesteka hemû ciwanan li cîhanê ye. Ji ber em îro di nav xwe de dibînin ku ji disa ciwanên derveyî Kurdistanê jî di nav me de hene ku ji me bêhtir cihe xwe di nav ciwanan de digrin.
Hêza me hêza ciwanan be û serkeftin ji serkeftina me be.”